Dayika Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Bila ji girtîgehan tabutek din dernekeve 2019-03-21 08:39:43   ENQERE - Suheyla Taş li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ev 86 roje di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Nezahat Taş da zanîn ku ji bo grev bi dawî bin divê demildest daxwazên wan bên cih û wiha got: “Ji girtîgehan tabutek din derket. Bila wekî din dernekevin. Êdî bes e. Bila deng bidin dengê zarokên me.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 134’emîn de didome. Çalakiya koma ewil a bi heman daxwazê hatibû destpêkirin jî ket roja 96’an ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 121’emîn, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ket roja 95, ya Îmam Şîş a li Gallerê da destpêkirin ket roja 95’emîn, ya endama Fadîle Tok a li Mexmûrê da destpêkirin di roja 61’emîn, ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya berê ya Colemêrgê Selma Irmak ket roja 65’emîn.    Di 3’ê adarê û 8’ê Adarê de jî di nav de parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayyîp Temel, Murat Sarisaç jî heye komek li avahiya HDP’ê ya Amedê ketin grevê.   ‘Di grevê de bi israr bû’   Li girtîgeha Jinan a Sîcanê, di 26’ê Kanûnê de Sariye Taşkesen, Zelîha Ustabaş û Suheyla Taş ketin grevê û di roja 86’emîn de greva xwe didomînin. Dayika Suheylayê, Nezahat Taş got greva wan hatiye asteke krîtîk û bang li rayagiştî kirin. Nezahat ku her hefte diçe hevdîtina Suheylayê got moralê keça wê û girtiyên din gelek baş e û wiha got: “Em dizanin ne baş in, lê dema em diçin moralê wan gelek baş xuya dike. Ew moral didin me. Beriya grevê ez dîsa çûbûm hevdîtinê. Gotin wê li dijî tecrîdê bikevin grevê. Dema min bihîst ez li dijî vê derketim. Lê ew bi biryar bû. Em li hember biryara wê rêzdar in.”   ‘Em naxwazin tabutek din ji hundir derkeve’   Nezahatê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo grevên li girtîgehan bidawî bibe divê demildest daxwazên wan bên cih û wiha got: “Tenê keça min neketiye grevê. Hemû kesên wir zarokên min in. Divê demildest ev grev bi dawî be. Rondikên dayikan yên bibarînin êdî nemaye. Bila dewlet dengê dayikan bibîhize. Divê demildest pêngavê bavêjin. Bila tabutek din ji girtîgehê dernekeve. Dema diçim girtîgehê keça min rûpûş daye ber devê xwe. Dema wisa dibînim kezeba min dişewite. Ji bo dayikan zarokên wan cuda ne. Dilê hemûyan dişewite. Bila dawî li vê bînin. Suleyhayê di hevdîtinê de diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê grevê bidomîne.”   Nezahatê her wiha daxuyakirin ku vîtamîna B1 ya bi derfetên xwe anîne jî rêveberiya girtîgehê negirtiye hundir û wiha got: “Bavê wê vîtamîna B1 dît û anî. Lê negirtin hundir. Me da parêzeran ji wan jî negirtiye. Gotin wezareta dadê nahêle. Em dixwazin vîtamînan bidin zarokên me.”   12 sal û 9 meh ceza   Suleyla bi eslê xwe ji Colemêrgê ye û di 12 saliya wê de malbata wê koçî Enqereyê dike. Piştî li Afyonê zanîngeh xwend, tevlî xebatên ciwanan bû û di 2017’an de li Amedê hat girtin. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 12 sal û 9 meh ceza lê hat birîn û dosya wê hîna li Dadgeriyê ye. Suheyla di 26’ê Kanûnê de ket grevê.