Jina Êzidî ya ku hat rizgarkirin: DAÎŞ'ê her kêliyên jiyana me kir dojeh 2019-03-21 08:29:21   Sorgul Şêxo   DÊRA ZORÊ - Jina Kurd a Êzidî Xewla Îsmail a ku ji aliyê şervanên YPJ'ê ve ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin got:"DAÎŞ'ê her kêliyên jiyana me kir dojeh. Ez gelek bextewar im ku hatim rizgarkirin."   Di encama hemleya Bagera Cizîrê ya ji aliyê Hêzên QSD'ê ve hat destpêkirin gelek Kurdên Ezidî hatin rizgarkirin. Gelek çete jî radestî QSD'ê bûn. Jina Kurd a Êzidî ku ji Gundê Koço yê Şengalê ye, Xewla Îsmail a ku ji aliyê şervanên YPJ'ê ve ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin got:"Heta ku ez hebim ez zilma DAÎŞ'ê ji bîr nakim."   'DAÎŞ'ê her kêliyên jiyana me kir dojeh'   Xewlayê wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê ev 5 sal in ku jiyan li me kiriye dojeh. DAÎŞ'ê her kêliyên jiyana me kir dojeh. Em rastî gelek bûyerên bi êş hatin. Çeteyan jinên Êzîdî revandin û li hember wan bi kîn û nefret bûn. Çeteyan ez 3 caran firot im. Em rojeke rehet nejîn. Her roj me bi girî derbas dikir lê hêviya ku me hêviya xwe ya em ê rojekê bên rizgarkirin winda nekir. Dema ku em revandin me gel hev nehiştin. Di rojekê de me difirotin deh kesan. Ma ola îslamê wiha ye? Çeteyan birayê min jî kiribûn leşkerên xwe. Bi zorê ew perwerde dikirin. Min gelek carî hewl da ku birevim."   'Me wekî kole bi kar dianîn'   Xewlayê herî dawî wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê me wekî kole bi kar dianîn. Bi zorê digotin hûn ê bibin misilman û îşkence li me dikirin. Yên ku daxwaza wan qebûl nedikir dihatin kuştin. Heta ku îşkence li zarokan jî dikirin. Ji ber wan gelek carî min xwest ku xwe bikujim. Lê ez bi saya YPJ û QSD'ê ji çeteyên hov rizgar bûm. Êdî nêz bû ku ez malbata xwe bibînim û wan hembêz bikim. Min gelekî bêriya wan kiriye."