'Werin em mirinê rawestînin û deng bidin jiyanê.' 2019-03-20 16:04:30   ENQERE - Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Salîha Şahîn bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Werin em mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Enqerê, ji bo balê bikîşine ser grevên birçibûnê û her wiha çalakiya Zulkuf Gezen ê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejara 2 a Tekîrdagê pêk anî, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Salîha Şahîn daxuyanî da.    Şahîn, helwesta hikûmetê ya li hemberî grevên birçîbûnê rexne kir û wiha axivî: “Rewşa tenduristiya  girtiyên di greva birçîbûnê de nebaşe. Ligel ku bi hezaran mirov li girtîgahan di grevên birçîbûnê dene jî, destpêkê desthilatdarî, sazî û dezgehên civakî di bêdengbûna xwe de bi israrin. Di medya serdest de bi tu awayî grevên birçîbûnê û tecrîd nayên dayîn. Dîsan çalakiyên şermezarkirina tecrîdê bi zext û tundiyê tên astengkirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqiye. Bi hezaran girtî li girtîgehan di grevên birçîbûnê dene. Girtî Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Polîsan cenazeyê Gezen reveandin û bê destûra malbatê defin kirin. Muameleya li hemberî cenazeyê Gezen hat kirin, şerma herî mezin a mirovahiyê ye.”    Şahîn, da zanîn ku ji mirinên li girtîgehan rû bidin hikûmet berpirsiyare û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hikûmet bi lezgînê dest ji gotinên xwe yên cihêkar berde û bêyî ku dereng bimînê gavan bavêje. Ji bo ku mirin pêk neyin divê tecrîd bê rakirin. Werin em mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê."