Baxozê piştî zivistana tarî kirasê kesk a bihara rengîn li bejna xwe dike 2019-03-20 15:56:36   Sorgul Şêxo   DÊRA ZORÊ - Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku Baxozê ya Dêra Zorê dagir kiribûn û her cure îşkence li gel dikirin dema ku em dinêrin kevir li ser kevir nehiştine. Kêliya ku em li Baxozê dinêrin em şopa vê yekê bi awayekî baştir dibînin. Her cihên hilweşiyayî asta hovîtiya DAÎŞ'ê radixe pêş çavan.    Hêzên QSD'ê bi hemleya Bagera Cizîrê gelek cihên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de û bi vê yekê girêdayî gelek sîvîl jî ji destên DAÎŞ'ê rizgar kir. Herî dawî li Dêra Zorê cih li DAÎŞ'ê teng kir. Têkçûyina DAÎŞ'ê di çapemeniya cîhanê de jî deng veda. Serkeftina hêzên QSD'ê bû mînak. DAÎŞ'a ku mal, mizgeft, cihên dîrokî, dibistan hildiweşand û jin û zarok qetil dikirin bi hêza QSD'ê niha li quncikê cih li wan teng bûye.    Nehiştin zarok zarokatiya xwe bijîn.    Dema ku mirov di nava gundên girêdayî Dêra Zorê ku ji aliyê hêzên YPJ/QSD'ê ve hatiye rizgarkirin derbas dibe, gelek dîmenên biêş dibîne. Tevî ku DAÎŞ kevir li ser kevir nehiştiye lê dîsa jî bi vebûna kulîlkan di nava deverên rûxandî de mizgîniya bihareke nû û azad dide der. DAÎŞ'ê hember xwezayê jî şer kir û her dever di nava tarîtiyê de hişt. DAÎŞ'ê xewnên zarokan qetil, zarok bi zorê hînî kuştinê kir. Nehiştin zarok zarokatiya xwe bijîn.    YPJ/QSD'ê tarîya DAÎŞ'ê bi dawî kir   Li ser dîwarekî çeteyên DAÎŞ'ê nivîsek wiha heye "Dema ku me dewleta xwe îlan kir me derew li xweda nekir" Gelo xweda gotiye mirovan bi saxî bikujin, jinan bi saxî recim bikin û serjê bikin, ango di nava zeytê de biqelînin? Di nava tarîtiya DAÎŞ'ê de hêzên YPJ/QSD'ê bi rihê azadiyê û mizgîniya bihareke nû û azad ku her netew bikaribe di nava vê biharê de rengê xwe nîşan bide, dide der. YPJ/QSD'ê tarîya DAÎŞ'ê bi dawî kir. Êdî nêz e dê piştî zivistanek tarî bihar mizgîniya xwe bide û bi kêfxweşiyeke mezin dilê mirovan şad bike.