Zarokên Efrînê bi rihê berxwedanê Newroz pîroz kirin 2019-03-20 14:21:06   Ferîde Zada   ŞEHBA - Kevena Zêrîn û Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê çalakiyek ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li kampa Berxwedan a girêdayî Fafînê ya li Şehbayê li dar xistin.    Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê şahiyek  ji bo zarokên Efrînê bi cejina Newrozê pîroz bikin hat li dar xistin, bi tevlîbûna tevahî zarokên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne.    Zarokên ku beşdarî şahiyê bûn nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û gotin:"Li ku dibe bila bibe em ê agirê Newrozê geş bikin û bi berxwedana zarokan em ê vegerin Efrînê."    “Li ku dibe bila bibe em ê agirê Newrozê geş bikin”   Newroz Muhemed diyar kir ku ew tevlî çalakiya Newroza ya zarokan li kampa Berxwedana bûye û got:"Bi govend û şanoyan me Newroza xwe pîroz kir, wê dijmin nikaribe agirê newroza me vemirîne, li ku be em ê Agirê Newrozê vêxin."    Meryem Îbo jî got:"Em li şahiya zarokên Efrînê amade bûn û kêfxweş bûn, em ê vegerin Efrîna xwe, li ku dibe bila bibe em ê agirê newrozê geş bikin."   “Em ê vegerin Efrînê”   Muhemed Ehmed wiha got:"Em ji Til Rifetê beşdarî şahiya zarokan bûn, em ê bi stran û govendên xwe vegerin Efrînê û li wir cejina Newrozê carek din pîroz bikin."   Cûdî Henan Ebdo ji Efrînê ev tişt got:" Ev şahî ji bo newroza zarokan hat li dar xistin, Erdogan çi dike bila bike tu carî em jê natirsin, em dixwazin vegerin Efrînê."   'Em ê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin'   Her wiha Dilcan Hebeş wiha hestên xwe anî ziman:"Bi berxwedana zarokan wê Newrozê îsal geş bibe, wê vegerin Efrînê û rizgar bikin, li ser axa pîroz Newroza xwe carek din pîroz bikin."   Ebd El-Rehman Muhemed wiha dibêje:" Ev şahî ji bo moralê zarokan bilind bibe, israr û hêza me ji bo berxwedanê zêdetir bibe ye. Hêviyê me yên Newrozê ew in ku Newroza xwe carek din li Efrînê pîroz bikin."   'Li Efrînê careke din agirê Newrozê geş bikin'   Her wiha Renda Dade û Avesta Rêşîd jî gotin:" Îro zarokên Efrînê hemû kom bûne li kampa Berxwedan, Agirê Newrozê bi hev re geş dikin, bi vî agirî em ê dijmin biştewînin, agirê Newrozê carek din Li Efrîna pîroz geş bikin."