Çapemeniya Azad a Jinên Rojava: Girêdana Nûjiyanê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat 2019-03-20 13:49:33   QAMIŞLO - Çapemeniya Azad a Jinên Rojava derbarê salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan a ku ji aliyê Pêşmegeyên Rojê yên KDP'ê ve hedef hat girtin de daxuyanî da. Çapemeniya Azad a Jinên Rojava di daxuyaniyê de got:"Îro duyemîn salvegera şehadeta rojnameger Nujiyan Erhan a ku di êrîşên PDK’ê yên li ser Kurdên Êzidî yên navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê dişopand de hedef hat girtin û giran birîndar kirin. Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nujiyanê de nîşan dike ku em ê îro û sibê çawa bijîn."   Nûjiyan Erhan di encama êrîşên Pêşmergeyên Rojê yên KDP'ê yê li ser Şengalê de di 23'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Çapemeniya Azad a Jinên Rojava derbarê salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de daxuyanî da.    Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:"Weke rêber û pêşengên xwe ; Gurbetellî, Mîne, Zeynep, Ronahî, Canda, Rojînda, Dîdar, Berfîn, Hebûn, Deniz, Yildiz, Şîlan, Zîlan, Ekîn, Arjîn, Sarya, Dilîşan...   Weke hempîşe û hevalên xwe yên rêwîtiya heqîqetê Gulistan Îke û Kibriye Evren ku di nava bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedenên xwe dane ber birçîbûnê.   Ji bo mirovên bi heqîqet û wateyê dijîn, dayîkbûn, mirin, dem û cîh tiştek jixweber nîne. Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) li navçeya Hîlwan a Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Girêdana wê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat, zû ketibû ferqa giringiya cihê lê hatî dinyayê û di sala 2005’an de di nava mertalên zindî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.   Bi salan di ferqa ziman, wate û efsuna çiyayan de ‘nûçegihaniya rastiyan’ kir. Piştî fermana 73’an ji bo pêçana birînên Êzidîxanê ji rojnamegerên destpêkê çuyî Şengalê bû. Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên bi ken şahidiya îxaneta Kurdên Êzidî rast hatî kir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike.   Bi vegotina îxaneta hêzên PDK’ê gelê Êzidî bê parastin li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê hêlanê hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3’ê Adara 2017’an ser Şengalê de Nujiyan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hedef hat girtin û giran birîndar kirin.   Nujiyan ji ber îxaneta duyemîn a li hemberî  Êzîdiyan dihat kirin bi belge dikir hedef hat nîşandan. Di dema dîmenkêşanê de ji aliyê pêşmergeyên Rojê yên PDK’ê ve hedef hat nîşandan û lêxistin. Nujiyan bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Bajarê Hesekê yê Rojava. Di 22 yê Adarê de Nujiyan tevlî nava karwanê şehîdan bû.    Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî, ên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêrezorê DAÎŞ di dîrokê de binax kirin û çiruska di çavê zarokên bi salane di destê çetan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa despêkê ‘Tiştek bi Şengalê hatiye?’ hinek ji heqîqeta Nujiyan bawer kiriye.   Ev pirs weke şeqamek li ruyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatîlên Nujiyan bi bîr dixe.      Di van rojan de hevalên Nujiyan carek din bûne parçeyek berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hat destpêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewropayê belav bûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyar bûye.       Di vê berxwedanê de li Ewruopayê ji yên destpêkê Gulistan Îke û ji Zindana Amedê Kibriye Evren cihê xwe girtin. Ev weke mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.      Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwe xapandinê ne tiştek dine.”  Jinên kurd ên rojnameger bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tevlî bûne. Ew tenê bivegotinê ne di heman demê de weke parçeyek ji şerê azadiyê cîh girtine. Bi pêşengiya Nujiyan ên li peyî wê tên di rêya wê vekiriye de berdewam dikin.   Em weke jinên çapemeniya azad ên Rojava ji duh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya giringiya heyînan, bi cîh û demê re di kesayeta Nujiyan de hemû şehîdên xwe yên şervanên heqîqetê birêzdarî bibîrtînin.   Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kibriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgerîna xwe ya heqîqetê bi biryardarî berdewam bikin."