Banga tevlî bûna Newrozê hat kirin 2019-03-20 12:58:54   ÎZMÎR - Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê banga tevlîbûnê kir.    Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê li 1'emîn Şaxa Egîtîm Senê ya  Îzmîrê civînek li dar xist. Daxuyanî ji hêla Berdevka Demê ya Konfederasyona Sendîkaya Kedê (KESK) Hulya Baran Uluşoglu ve hat xwendin. Hulya, diyar kir ku Newroza Îzmîrê dê di 21'ê Adarê de li Qada Gundogduyê dê saet di 16.00'an de bê pîrozkirin.    Hulya, di daxuyaniyê de diyar kir ku li cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê şerekî emperyalîst tê meşandin û ev şer dibe sedema têkbirina xweza û mirovatiyê. Hulya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî zalimkaran hewcedariya bi aştiyê heye. Li dijî xwîn rijandinê divê têkoşînek bê dayîn. Em ê li dijî Dehakan sibehê agirê Newrozê pêxin. Em bang li gelê xwe dikin tevlî pîrozbahiyê bibin."