Jinên Îzmîrê: Bê dengiyê xira bikin' 2019-03-20 11:47:46   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Jinên ku li Kadîfekaleya Îzmîrê dijîn bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û diyarkirin ku Rahşan Demîrel jî li dijî bêdengiyê bedena xwe da ber agir, niha jî grevên birçibûnê li dijî bêdengiyê pêk tê.    Kadîfekale ji bo kurdan cihekî taybet e,  ji ber ku Rahşan Demîrel 21'ê Adarê di sala 1992'yan de bedena xwe da ber agir û bû semboleke Newrozê. Bi salane li Kadîfekaleyê li hemberî kurdan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Kurdên ku bi salan e li vir dijîn bal kişandin ser jiyana xwe.    Yek jî van Xezal Kaygisiz e. Xezal 55 sal beriya niha ji Mêrdînê ji ber sedemên aborî berê xwe da Kadîfekaleya Îzmîrê. Çend sal derbas bibin jî têkîliya xwe ji Mêrdînê qut nekir. Xezal diyar kir ku dema nû berê xwe dan Îzmîrê rastî gelek pirsgirêkan hatin û wiha got: "Kesekî xwaniyê xwe nedida kurdan û kurd biçûk didîtin. Lê Kadifekale cihê xizanan e û cihê kurdan e. Gelek kesên ku li vir dijîn ji ber rewşa aboriyê di herî karên ne baş de dixebitin. Serê ewilê ez di fabrîqaya tekelê de xebitim. Ji bo me digotin perê ku hûn distinin bila bile perê kefenê we, lê me fêm nedikir ka ev çî dibêjin."   'Rahşan encama bedengiyê bû   Sadiye Bilmen jî 60 sal beriya niha berê xwe da Îzmîrê. Sadiye, destnîşan kir ku di salên 1990'an de ji ber zext û îşkenceyan gelek kesî berê xwe da Kadîfekaleyê. Sadiye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji Mêrdînê koçber bûn û hatin Amedê. Dema em li Amedê bûn leşker bi ser mala birayê min de girt mal tar û mar kirin. Ji ber zext û zordariyan me berê xwe da Kadîfekaleyê. Di wan rojên bi wî rengî de kesek nedikarî deng bike. Di vî demê de Rahşan agir berda bedana xwe. Rahşan encama bêdengiyê bû. Li hemberî vê rewşê hêrsa xwe nîşan da. Niha jî çalakiyên grevên birçibûnê heye. Ji bo bêdengiyê xwe feda dikin. Dema Rahşan çalakî pêk anî bêdengî xirab bû. Ji her çar aliyan gelek kes hatin Kadifekaleyê." Sadiye di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa niha ya Kadîfekaleyê û wiha got: "Niha ne wekî berê ye Kadîfekalê, di nav gel de tirsek heye, polîtîkayên asîmîlasyonê zêdetir pêş ketine."    'Yekitî hewce ye'   Cîrana Rahşan Hasîmê Kaygisiz jî di axaftina xwe de qala Rahşan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya grevên birçibûne hat destpêkirin. Divê çalakiya Zulkuf Gezen baş bê fêmkirin. Divê em nehelîn kesek jiyana xwe ji dest bide û ji bo we jî yekitî hewce ye."