Ji Semayan heta Leylayan kevneşopiya serîhildanê ya dawî lê nayê 2019-03-20 11:11:25   Beritan Canözer   AMED - Sema Yuce ya ku bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de kir pirek ji agir îro ji milyonan jinê kurd mîrateya serîhildanê hiştin. Çalakiya Sema îro bi pêşengiya Leyla Guven ji nû de bi teşe bû.    Sema Yuce a ku got "Ez dixwazim di 21'ê Adarê de bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek ji agir" di 21'ê Adarê de li Girtîgeha Çanakkaleyê de agir bi bedan xwe xist. Semayê bi agirê Newrozê têkoşîna xwe ji jinên Kurd wekî mîrasekê hişt. Wê li dijî xeta îxanetkar çalakî pêk anî û wekî "Keça Serhildêr a Araratê" hat pênasekirin. Semayê bi çalakiya ku pêk anî pêşengiya jinên Kurd kir.     Sema Yuce li Gundê Navçeya Tutaxê ya Agiriyê di sala 1979'an de ji dayik bû. Dayika Sema, Zennure Yuce ji me re behda Sema kir.    'Bi têkoşîna xwe bû xwendekarek serkeftî'   Zennure anî ziman ku Sema gelek zarokek bi tevger bû û wiha got:"Gelek ji Semayê dihat hezkirin. Ew di nava şerdên dijwar de diçû dibistanê. Bi têkoşîna xwe bû xwendekarek serkeftî. Wê heta dibistana amadekariyê li Agiriyê xwend. Piştre li Îzmîrê dest bi fêrgehê kir. Piştre wê beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn a Enqereyê qezeç kir. Piştî du salan ji me jî got 'hûn jî werin Enqereyê'. Ez, Sema keça min  a ji Sema biçûktir û birayê wê em çûn Enqereyê ba Sema. Dema em çûn Enqereyê piştî demek kurt Sema beşdarî tevgera têkoşîna azadiyê bû. "   'Bi navê Leyla bang dihat kirin'   Zennure bi lêv kir ku malbata wan bi salan e di nava tevgera têkoşîna azadiyê de ye û wiha got:"Wê serdemê dihat gotin ku PKK zarokan direvîne. Bavê wê ez temî dikirim û digot deriyan vekirî nehêle. Wê demê me zêde tevger nas nedikir. Lê piştî ku Abdullah Ocalan bi hevalên xwe re hatin Agiriyê me tevger gelek baş nas kir. Piştî ku me tevger nas kir êdî me ji her gotinê bawer nekir. Sema jî di nava qadek wiha de mezin bû. Tim behsa têkoşîna tevgera Kurd dikir. Apê wê yê mezin di bin bandora Leyla Qasim de mabû û bi navê Leyla bang Sema dikir. Di wê serdemê de cudatiya di navbera jin û mêran de pir zêde bû. Dema ku apê Sema bi navê Leyla gazî wê dikir bi vê yekê gelek kêfa wê dihat.    'Wê îşkence dît'   Zenûreyê wiha dewam kir:"Rojekê me bihîst ku Sema hatiye Agiriyê û dixwaze me bibîne. Em gelekî bi kelecan bûn. Min gelek tiştên ku min digot pêdiviya wê jê heye min girt. Me Sema li mala ku lê dima ziyaret kir. Dema em ji wir veqetiyane hinekan ew îhbar kiriye û Sema û hevalên wê hatin binçavkirin. Wê demê tenê li mala keya telefon hebû. Me agahî ji keya girt. Wê demê Sema gelek îşkence dît. Piştre hat girtin û birin Girtîgeha Nevşehîrê."   'Heta ku ez sax bim ez ê bibin bela serê wan'   Zennure anî ziman ku Sema dema ku hatibû girtin moralê wê baş bû li ser piyên xwe disekinî û wiha got:"Sema gelekî bi doza xwe girêdayî bû. Wê serdemê rojnameger hatin gund û gotin tu dixwazî derbarê Sema de bibêje çi? Min jî got heger ez bêjim çi hûn ê wê binivîsin ez ê biaxivim. Min ev got. Ji Tansu Çiler bibêjin heger ew bi girtina Semayê bawer dike ku ew ê rizgar bibe ew dixape. Heta ku ez sax bim ez ê bibin bela serê wan. Wan rojan ev gotinê min bûn nûçe."   'Abdullah Ocalan ji bo vê çalakiyê xeyidî gelo?'   Zenureyê bi lêv kir ku piştî çalakiya Semayê ew çûye nexweşxaneyê û wiha dewam kir:" Semayê ji min re ev pirs kir û got 'Ji ber vê çalakiya min Serokatî xeyidîye gelo?' Bi zorê diaxivî. Sêniya ku me hindik hindik xwarin didayê me neavêt ev 20 sal in ez vedişêrim. Di wê serdemê de Sema du emeliyat derbas kir. Berî ku jiyana xwe ji dest bide ji bavê xwe kinc xwestibû. Carinan ji ber ku me ew radikir û dimeşiya ji kincê nexweşxaneyê aciz bûbû. Lê kincên ku me jê kiribû berî ku li xwe bike jiyana xwe ji dest da."    Zennure bi lêv kir ku serîhildana Sema bi çalakiya Leyla Guven didome û got:"Kesên ku li dijî van çalakiyan bêdeng dimînin sibehê mirin bên jiyîn ew ê qey tenê rûnê û 4 rojî şînê bigirin? Zaroka min jiyana xwe ji dest da. Ez bi wê serbilind im. Heta ku em bijîn ev doz naqede. Niha dibêje 'Biçin Başûrê Kurdistanê' vir jî welatê me ye. Tu kê dişînî ku derê. 10 zarokên min hebe ez ê ji lingên hemûyan maç bikim û wan bişînim nava tevgera têkoşîna kurd. "   'Bila kurdatiyê ji Leylayê hîn bibin'   Zenure herî dawî wiha got:"Ez slavên germ ji Leyla Guven re dişînim. Çalakiya Leyla Guven li ser seran û çavan. Bila xwedê hêzê bidê. Kesên ku li ba Tayyip disekinin û dibêjin 'Em Kurd in' bila kurdatiyê ji Leyla hîn bibin. Divê ew ji xwe fedî bikin."