Komîteya Amedekar a Newrozê: Divê sedhezar li dijî tecrîdê biherikin qadan 2019-03-20 11:02:01   afiye Alagaş   STENBOL - Endamên Komtîtyea Amadekar a Newrozê ku ji bo pîrozbahiya Newrozê wê di 24'ê Adarê de bê lidarxisitn kirin wiha gotin: "Ger ku li Amedê Newroz bi tevlibûna hezaran tê pîrozkirin  divê ku li vî bajarê mezin ku kurd lê zêde dijîn li Stenbolê jî bi vî awayî bê pîrozkirin. Em ê vê mîtîngê hem ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo ji bo ku ji grevên birçîbûnê re bibe bersîv li dar bixin."   Newroza Stenbolê wê di 24'ê Adarê de saet di 12.00'an de li Qada Bazarê ya li Bakirkoyê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser kevin tecrîdê têk bibin Newroz Pîroz be" bê lidarxistin. Endamên Komtîeya Amdekar a Neweozê hemû gelên stenbolê vexwendin pîrozbahiya Newrozê.  Ji endamên Komtîteya Amadekar a Newrozê Çîçek Ariç diyar kir ku wan 8'ê Adarê bi hezran jinan re pîroz kirin û wiha berdewam kir: "Em ê bi jinên ku di 8'ê Adarê de li Taksîmê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Pîroz kirin re biherikin qada Newerozê. Wateyek gelek mezin a Newrozê heye. Lê vê salê wateya wê zêdetir e. Çalakiya Leyla Guven a Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin heye.  Ev çalakî li hemû girtîgehan berdewam dike.  Ev çalakî di asta xeternak de berdewam dikin. Dewlet tu gavê navêje. Ji bo me tişta girîng ne bendewarî titşa girîng ew e ku em ê çawa tecrîdê têk bibin. Ji bo vê jî divê ku em biherikin qada Newrozê."   'Em bi rûhê Newrozê her kesî vedixwînin pîrozbahiyê'   Çîçekê diyar kir ku ji bo ku pêvajoya heyê bê bidawîkirin Newroza vê salê girîgn e  û ev tişt got: "Divê ku her kesê dibêje bila tecrîd rabe di 24'ê Adarê de berê xwe bide Bakirkoyê Qada Bazarê.  Divê her kes bi rengê xwe tevli Newrozê bibe. Em bang li hemû jinên ku tevli 8'ê Adarê bûn dikin ku bên li Bakirkoyê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.  Divê ku em bibin dengê Leyla Guven û jin di warê tecrîdê de helwesta xwe nîşan bidin."   'Em ê Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin'   Atîlla Ozdogan jî diyar kir ku ew ê Newrozê ji bo ku ji yekitiya gelan re bibe wesîle pîroz bikin û bi dirûşma yekîtiya demokra yekitiya demokratîk û şoreşgeran pêşwazî bikin. Atîlla  wiha berdewam kir: "Em newroza vê salî di pêvajoyeke ku tevgera polîtîk germin de pêşwazî dikin. Berxwedana Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye çalakiya wê 4 meh derbas kirine û di 1'ê Adarê de bû çalakiyeke ku hemû girtî tevli bûne.  Çalakî li dervê welêt jî berdewam dike. Em li Tirkiyeyê Newerozê di pêvajoyeke wiha de pîroz dikin.  Newroz her daîm bi wateya xwe azadî ye, ji ber vê divê ku em pîrozbahiya newerozê veguherînin şahiya azadiyê. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me lê em ê van hemû astengiyan derbas bikin."