Xizmên girtiyan dest bi kampanyaya postaya elektronîk kirin 2019-03-20 10:13:33   ÎZMÎR-Xizmên girtiya ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê dest bi kampanyaya postaya elektronîk kirin. Dê ji CPT'yê re bê şandin.    Federesyano Malbatên Hikumxwar û Girtîyan ji bo bişînin ji Komîteya Pêşîbirîna Îşkenceyê ya Konseya Avrupayê (CPT) dest bi bi kampanyaya postaya elektronîk kir. Ev kampanya ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên  ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir hat destpêkirin.    Dê metina ku ji bo balê bikşîne ser grevên birçîbûnê ji navnîşana  “Michael.NEURAUTER@coe.int” re bê şandin.   Di metnê de wiha tê gotin:   "Ancax piştevanî mirinan bide sekinandin...   Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû. Ev tecrîd ne tenê tecrîda li ser kesekî ye.    Çalakiyên greva birçîbûnê li her derê cîhanê belav bûye. Mirovan bedena xwe ya ku mafê wan ê herî rewa ne dane ber mirinê. Îktadar li dijî vê rewşê bê deng e. Îktidara AKP'ê li dijî Birêz Ocalan tevî ku zagona xwe jî li bin lingan pan dike, sûcekî mezin dike.    Di serî de Leyla Guven daxwaza sereke ya hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Ev daxwaza dê alîkariya ji aştiya civakî ya Tirkiyeyê bike.   Em bang li rayagiştî ya demokratîk cîhanê ya hestiyar, dikin. Mirin ancax bi piştevaniya hêzên demokratîk ên cîhanê bê sekinandin."