Jin bi rengên xwe ji bo Newrozê xwe amade dikin 2019-03-20 09:06:28   COLEMÊRG - Jinên bi cil û bergên xwe yên rengîn ji bo Newrozê xwe amade dikin, diyar kirin divê her kes ji bo bibe dengê Leylayê dakevin qadên Newrozê.   Li Colemêrgê jin wê bi rengên xwe tevlî qadên Newrozê bibin. Dayika Aştiyê ya Colemêrgê Nesîbe Îhtîyatoglu daxuyakirin ku ew wê bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Em dayikên Colemêrgê, em jinên Colemêrgê wê bi cil û bergên xwe yên gelêrî yên rengîn wê aştiyê biqîrin. Em naxwazin mirina zarokên xwe temaşe dikin. Em dixwazin azadiyê li qadên Newrozê bi hev re biqîrin. Newroz cejna me Kurdan e. Ez dixwazim herkes xwedî li Newrozê derkeve û bila ev Newroz bibe azadiya gelê Kurd.”   ‘Leyla ji bo vî welatî dikare bibe deriyê aştiyê’   Ayşe Ertuş a ku kurê wê 4 sale di girtîgehê de ye, destnîşan kir ku wê li qadan bin û wiha pê de çû: “Em dixwazin ev bihar bibe bihara aştî û azadiyê ya zarokên me. Ger em bi hev re li qadan bin, em bawer dikin ku wê her tişt xweş be. Di vê Newrozê de em jin divê bibin dengê Leyla Guven. Leyla dikare ji bo vî welatî bibe deriyê aştiyê. Leylayê ji bo yekitî û aştiyê bedena xwe daye holê. Em jin piştgiriyê didin wê. Em hemû hevalên li berxwe didin silav dikin.”   Jina bi navê Derya Kanpolat jî bang li hemû jinan kir ku tevî Newrozê bibin û got: “Hewcedariya vî welatî bi aştî, wekhevî û aramiyê heye. Divê hemû jin di Newrozê de li qadan bin.”