Partiyên siyasî: Newroza 2019'an newroza azadiyê ye 2019-03-19 17:30:34   HESEKÊ - Di berdewama Şahiya Newroza 2019'an a li Hesekê Partiyên Siyasî daxuyaniyek dan.   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Partiya Guhertin Mizgîn Zêdan û Hevserokê partiya Yekîtiya Demokratîk Şêxmûs Ehmed hate xwendin .   Daxuyanî wiha bû   “Em her dem vê rojê pîroz dikin, ji ber ku ev roj rojek pîroz ji bo hemû gelên azadî xwaz e, dîroka ku Kawayê Hesinkar afirandiye nayê jibîr kirin. Li Baxozê çeteyên DAIŞ’ê hatin tune kirin, ji bo parastina deskeftiyan, rizgarkirina Efrînê û avakirina sîstemek demokratîk pêwistî bi yekîtiyê heye. Bi yekîtiya partiyan em ê Efrîn rizgar bikin û tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hilweşînin.”   Şahiya Newrozê bi gerandina dîlanan û pêşkêşkirina stranên Newrozê û şano bi dawî  bû .