Eren Keskîn tecrîd nirxand: Tirkiye ji siyaseta sivîl ditirse 2019-03-19 16:56:29   AMED - Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn di gotûbêja bi sernavê "Tecrîd û greva birçîbûnê, Heqîqet û Berpirsiyarî" de axivî. Eren got ku çalakiya Leylayê xuzayî ye û wiha berdewam kir: "Mafê her kikûmxwarekî ji bilî dawiya hefteyê heye ku hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan jî xwedî wî mafî ye lê di bin tecrîdê de ye. Tirkiye ji siyaseta sivîl ditirse, dixwaze têkoşîna çekdarî û tundî berdewam bike."   Hevseroka  Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Eren Keskîn, bi tevlibûna Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê  Akin Bîrdal li ÎHD'a Amedê tevli gotubêja bi navê " Tecrîd û greva birçîbûnê, Heqîqet û Berpirsiyarî" bûn. Di gotûbêja ku hat kirin de, parêzer, nûnerên STK û gelek temaşevan tevli bûn. Serokê ÎHD'a Amedê Abdullaha Zeytun moderatoriya gotûbêjê kir.    'Em serdema salên 90'î dijîn'   Eren Keskîn a ku di serî de axivî, diyar kir ku ew ji cem Leyla Guven tên û wiha got: "Di serî de min ew li gitîgehê dîti. Em li rêyeke ku em Leyla Guven û gitiyên din ên di grevê de bidin jiyîn digerin.  Berî bi du rojan hevalekî me dawî li jiyana xwe anî .Dema ku em bi Leyla re axivîn me dîti ku serdema niha û ya salên 90'î çiqasî digihîje hev. Ev ne meseleya AKP'ê ye.  Di vir de mijar dewleta kûr e. Li hember me dewleteke qirker heye. Me mijara tecrîdê lêkolîn kiribû. Me ev mijar wekî pirtûk jî weşand.  Tecrîd ji bo ku kesê dest ji xwe berde tê kirin. Dema ku Abdullah Ocalan hat girtin ez parêzereke ku min parêzer bi rêxistin kirin bûm."   'Tê xwestin xwestin ku têkoşîna çekdarî bidome'   Eren diyar kir ku dema Abdullah Ocalan birin Îmraliyê xwestiye biçe hevdîtinê û Dozgeriya Mudanyayê destûr nedayiyê. Eren got ku niha jî heman tişt tê jiyîn. Eren got ku çalakiya Leylayê xuzayî ye û wiha berdewam kir: "Mafê her kikûmxwarekî ji bilî dawiya hefteyê heye ku hevdîtinê bike. Abdullah Ocalan jî xwedî wî mafî ye lê di bin tecrîdê de ye. Tirkiye ji siyaseta sivîl ditirse, dixwaze têkoşîna çekdarî û tundî berdewam bike."   Eren diyar kir ku wê piştî Leyal Guven dîtiyê tê gihîştiye ku li Meclisê cihê HDP'ê û kurdan tune ye.    Akin Bîrdal jî diyar kir ku dilê wan bi rojan e ji bo Amedê lê dide û wiha berdewam kir: "Dema ku em hatin me xwest em cuda bên û me xwest ku em di dema dawîlêanîna tecrîdê bên lê nebû, m e tu encam jê ne  girt. Em li Enqereyê çar pênc rojan man me xwest ku em bi rayedaran re biaxivin lê me kesek nedît ku em hevîdtinê bikin.  Di demên berê de jî me ji grevên birçîbûnê re şahidî kir û me muhatap dîtibûn û çareser kiribû."