Derbarê Hevserokên HDP-DBP'ê yên Cizîrê de qedexeya derveyî welêt 2019-03-19 16:55:12   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Selahattin Kolanç hatibûn binçavkirin û derbarê wan de qedexeya derveyî welêt hat dayin û piştre serbest hatin berdan.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Cizîrê Selahattin Kolanç, duh ji bo îfadeyê bide hat binçavkirin. Îro sewqî dozgeriyê kirin. Kolanç, piştî li dozgeriyê îfade da, dozgeriyê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" derketina derve li wî qedexe kir û bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Kolanç de derketina dervê welat  qedexe kir û serbest berda.    Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Cizîrê Guler Tunç jî pişti çû îfade da bi heman şertê qedexeya derketina dervê welat hat berdan.