PYD'ê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir 2019-03-19 16:49:20   KOBANÊ - Bi dirûşmeya 'Berxwedana Serdemê berdewam e, Wê bi vîna Jina azad bi ser bikeve', PYD'ê bi panelekê êrîşên Tirkiyê li ser Efîrnê şermezar kir.   Îro bi armanca şermezar kirina êrîşên Tirkiyê ên li ser Efrînê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê panêlek li dar xist. Bi tevlîbûna Kongreya Star, tevahî sazî û dezgehên jin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, amede bûn. Panel li navenda Kongreya Star a Kantona Kobanê hat li darxistin.   Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, Paşê Endama Meclisa PYD'ê Coliya Kurdo belgeyên binpêkirina dewleta Tirk li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê hat xwendin. Pişt re Endama Meclisa PYD'ê  Rohat Mela Xelîl derbarê rola Jin û Pêşengtiya wê di berxwedana Serdemê axivî.   Panel bi nîqaşan û dirûşmeya' Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.