Li Qamişloyê xwendekaran ji bo Newrozê helbest xwedin 2019-03-19 15:53:57   QAMIŞLO - Li seranserî dibstanên bajarê Qamişlo şahiya Newrozê hat li dar xistin û şagirt û malbatên xwe Newroz pîroz kir.   Îro dibistanên Rêveberiya Xwerseriya Demokeratîk bi armanca pîroz kirina Newrozê li dibistanên bajarê Qamişlo şahî li dar xistin. Li dibstana Ehmed Seberî a Taxa Cûdî bi tevlîbûna tevahî şagirtan û mamosteyên wan, her wiha malbatên wan Şahiya Newrozê bi coş û moral hat lidarxistin.   Şahî bi deqeyik rêzgirtin dest pê kir, paşê rêverbirê dibistanê Ehmed Sebrî Kobra Elî xêrhatina hemû malbatên şagirtan kir û newroz li hemû pêkhateyan pîroz kir. Paşê şagirtan helbest xwendin û stran gotin. Her wiha koma dîlanê ya bi navê “Ehmed Sebrî” ji aliyên şagirtan hate li darxistin, her wiha şanoya bi navê “paqijî” hate pêşkêş kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.