Polîs êrîşî girseya xwest çalakiyê li dar bixwe kir 2019-03-19 15:23:24   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, ji bo ku êrîş û binçavkirinên tên kirin şermezar bike xwest daxuyaniyekê bide. Daxuyaniya ku hat xwestin bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Li ser lêpirsîna ku ji aliyê dozgeriyê ve hat destpêkirin di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 19 kes hatin binçavkirin. Rêxistin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku binçavkirin û serdegitinên malan ên hatin kirin şermezar bike xwest bi tevlibûna gelek kesên ku kom bûn li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta  daxuyanî derqanûnî ye nehişt ku daxuyanî bê dayîn.     Polîsan êrîşî girseya ku xwest tevli daxuyaniyê bibe kir û xest ku di avahiya HDP'ê de hepis bike   Girseya ku tevlî daxûyaniyê bûn ji aliyê polîsan ve hat belav kirin û xwestin girseyê tekin avahiya HDP’ê û polîsekî bi zanebûn gaza îsotê givaşt ser rûyê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku xest tevli daxuyaniyê bibe. Di navbera parlamenterên xwestin tevli daxuyaniyê bibin û polîsan de niqaş derket û girseyê jî bi çepikan êrîş şermezar kir.