TJA bi armanca sersaxiyê çû mala şînê ya Zulkuf Gezen 2019-03-19 14:59:57   AMED - Endamên TJA'yê çûn serdana mala şînê ya Zulkuf Gezen û Ferman Tarhan û destnîşan kirin ku Zulkuf li dijî mirinan û ji bo azadiyê xwe feda kir.    Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) çûn mala şînê ya Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî. Her wiha di Mala Şînê ya Şaklatiyan de şîna 12 kesên ku di nav de Ferman Tarhan (Rêber Farqîn) ên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan jî hatibû danîn, TJA'yê di heman demê de sersaxî ji malbatên wan re jî xwest.     Di serdana serxeşiyê de aktîvista TJA'yê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan Salîha Aydenîz axivî û got ku li dijî mirinan her tim bang dikin, lê hikûmet bêdengiya xwe didomîne. Salîha, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî tecrîd ji sînorê xwe derketiye û hemû civak dorpêç kiriye. Zulkuf Gezen jî li dijî ve zilmê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî." Salîha diyar kir ku heta niha 5 hezar kes li dijî tecrîdê ketine greva birçibûnê. Grevên birçibûnê niha ne tenê li girtîgehan li gelek deverên cîhanê belav bûne. Em bejna xwe li hemberî çalakiya Zulkuf û Farqîn ditewinîn."