Kulîlkên zer ên mizgîniya biharê 2019-03-19 14:43:53   MEXMÛR - Li ser axa Mezrabotanê kulîlkên zer mizgîniya biharê tînin. Dema ku mirov li destpêka hatina biharê dinêre ji deşt û mêrgên mezin heta her quncikê kulîlkên zer li ser axa bi bereket zer dibin. Piştî keskahiyê heya ku dever xemla zer negire kulîlkên dinê dernakevin. Dema ku zer xwe li her deverê pêça paşê li peyî wan kulîlkên rengo rengo yên, sor, xemrîn, spî û gelek rengên em nikarin bijmêrin derdikevin.    Kulîlkên zer niha bi halê xwe yê li gorî bedewiya erdnîgariyê sembola bereketê ye. Lê li gorî zimanê deshitdariyê jî neyînî ye û sembola cudabûnê ye.   Ji bo wê jî hewceye em weke kulîlkên zer li sirên xwezayê bigerin. Em ji her gotinên pergala kapîtalizmê ya ku tenê li ser berjewendiyan hatiye avakirin, bawer nekin.