'Gel dengê xwe gihand kolanan' 2019-03-19 10:52:41   AMED - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku Zulkuf Gezen ji bo berxwedanê bû merheleyek û gel dengê xwe gihand kolanan.   Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê wî li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hatibû desteserkirin. Piştî desteserkirinê bê agahiya malbatê cenazê anîn Amedê û bişev bi darê zorê cenaze li Gorîstana Yenîkoyê hate definkirin. Kesên ku dixwastin biçin serdana gora Zulkuf hatin astengkirin û hatin binçavkirin. Parlmentera HDP'ê Semra Guzel bal kişan ser dagirkirina cenaze û diyar kir ku cenaze bê agahiya malbatê anîne Amedê.   Semra di axaftina xwe de bal kişand ser tehdîtên polîsan ên li hemberî malbata Zulkuf û wiha got: "Em ê îşev cenaze defin bikin, hûn dixwazin tevlî bibin hûn dizanin lê em ê defin bikin.  Dema em çûn balafirgeha Amedê balafirgeh ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin û nehiştîn em biçin cenaze bigirin. Polîsan cenaze bir goristana Yenîkoyê. Lê derdera goristanê jî ji hêla polîsan ve hatibû dagirkirin. Li gel astengiyan em çûn cem malbatê. Cenaze ji hêla malbatê ve di bin dorpeça polîsan de hat definkirin."   Semra, destnîşan kir ku roja merasîmê jî polîs êrîş bir ser girseyê û gelek kes hatin binçavkirin. Semra wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gel xwedî li grevên birçibûnê derket. Vê xwedîderketinê jî polîsa tirsandin. Çalakiya grevên birçibûnê gihiştiye asteke xetereyê. Divê gel xwedî li grevên birçibûnê derkeve.