Girtiyên jin yên di grevê de bi rîngê hatin sirgûnkirin 2019-03-19 10:49:07   AGIRÎ - Çar jinên di girtîeha Panosê de girtî ku di grevê de bûn yek ji wan sirgûnî Girtîgeha Erziromê kirin û sisê jî sergûnî Girtîgîgheha Kayseriyê ya Jinan hatin kirin.   Li Girtîgeha Tîpa L ya Panosa Agiriyê çar jinên ku di dîrokên cuda de dest bi greva birçîbûnê kiribûn hat argihandin ku bi rîngê srgûn hatine kirin. Ji girtiyan Dîlan Barîn sirgûnî Girtîgeha Erziromê hat kirin û jiyan Ay, Hêvîdar Dolaşir û Salîha Cebe bi rîngê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Kayseriyê hatin kirin.    Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatin girtin, di 15'ê Adarê de ji aliyê nêzî 30 gardiyan û kesên bi kincên robokop ve bi ser qawîşa jinan de hat girtin û ji wan re hatiye gotin, "Zû xwe amade bikin em ê derkevin". Piştî serdegrtinê bi nîv saetê jî mudurê duyem ê girtîgehê kestiye qawîşa jinan.    Herwiha beriya ku girtî ji qawûşê bên derxistin jî ji ber ku dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirine derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku 3 jinên bi rîngê hatin sirgûnkirin  rojekê jî li Meletiyê hatine rawestandin.    Herwiha hat ragihandin ku salîha ya di grevê de ye bi rê de rewşa tendirustiya wê xirab bûye.    Li aliyekî din jî hat ragihadnin ku Jiyan û Hêvdar ên girtî di 1'ê Adarê de det bi grevê kirin û Salîha jî çalakiya wê di roja 80'yan de ye, Dîlan barîn jî çalakiya wê di roja 70'emîn de bûye.