‘Rakirina tecrîdê tê wateya şînbûna axê’ 2019-03-19 09:10:52   Rengîn Azîzoglu   STENBOL- Jinan diyar kirin ku grevên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, berxwedana li dijî pêkanînên dijdemokratîk e û divê her kes xwedî lê derkevin. Jinan wiha got: “Leyla Guven li dijî faşîzmê serî hildaye.  Rakirina tecrîdê tê wateya şînbûna axê.  Hatina Newrozê ye.  Mifteya azadî, aştî û mirovahiyê di destê Birêz Ocalan de ye.”    Çalakiya Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 132’emîn de didome. Grevên birçîbûnê li gelek deveran belav bû  û li Amedê jî di nav de parlamenterên HDP’ê heye, komek çalakiya xwe didomînin.    Zulkuf Gezen yê li girtîgeha Tekîrdagê girtîbû, bi armanca tecrîdê protesto bike rojek berê dawî li jiyana xwe anî. Zubeyde Înce daxuyakirin ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hember hemû gelên Tirkiyeyê pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Wêneyê herî nêz yê tecrîda li Tirkiyeyê tê jiyîn,  Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bû. Hemû riyên diçûn Taksîmê hatin girtin û veguhertin girtîgehê. Evqas zilm û zext bêguman wê li cihekî biteqe.  Bila kes nebêje ‘me mirov tirsandin, çewisandin’.  Tu zindî nikare bêdeng bimîne. Bêguman wê li hember vê berxweanek hebe. Tu zalimî saltanat heta dawî nemeşandiye.  Zalimên îro jî wê cezayê heq dikin rojekê bigirin.”   ‘Rakirina tecrîdê tê wateya şînbûna axê’   Jina bi navê Aylîn Karataş jî balişand ser bandor tecrîdê ya li Tirkiyeyê û got çavkaniya esas ya pirsgirêkane û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan nûnerê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Tecrîdkirina wî, tê wateya tecrîdkirina me hemûyan.  Rakirina tecrîdê tê wateya şînbûn axê.  Mifteya aştî, demokrasî û azadiyê di destê Abdullah Ocalan de ye.Divê em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.   Ferda Guneş jî daxuyakirin ku gelê Kurd ev 40 sal zêdetire bedelan dide û got ew êdî mirinên nû naxwazin, naxwazin kes ji wan kêm bibe.  Her wiha bang kir ku divê demildest daxwaza Leyla Guven pêk bê û divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.   Pinar Turk jî ev tişt anî ziman: “Leyla li dijî faşîzmê serî hilda ye. Li hundir bi hezaran girtî hewl didin deng bidin têkoşînê. Ya dikeve ser milê me divê em deng bidin dengê girtiyan û bibin hevkarê têkoşîna wan.”