'Em ê agirê Newrozê gûr bikin' 2019-03-19 09:07:49   Safiye Alagaş   STENBOL- Jinan diyar kirin ku îsal wateyek cuda ya Newrozê heye û wiha gotin: “Em agirê Newrozê bilind bikin.  Em li hemû kolanan dengê xwe bilind bikin.  Em li pişt îradeya Leyla Guvenin. Daxwaza me ya Newroza îsal azadiya Abdullah Ocalan e.”    Çalakiya Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ya bi armanca rakirina tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 132’emîn de didome. Jinên ji bo Newrozê xwe amade dikin jî diyar kirin ku wê li qadan bibin dengê Leyla Guven û gotin wê serkeftin ya wan be. ‘Newroz berxwedan e’   Jina bi navê Kumrî Çelîk bi lêv kir ku Newroz cejna Vejînê ya Gelê Kurd de û tu gel bi qasî kurdan berxwedaneke bi heybet nîşan nedaye û wiha got: “Newroz ji bo kurdan rojek pir girînge. Newroz ji bo me tê wateya berxwedanê.  Dijminê me zalim e.  Mirovahiyê nizane. Ger bizanibûna wê evqas zilm bi mirovan nedaba kirin.  Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin.  Ez Leyla û hemû berxwedêran silav dikim. Heta dawiya dîlopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Em li pişt îradeya wan e. Em bi serkeftina wan bawerin.”   ‘Em agirê Newrozê gûr bikin’   Jina bi navê Turkan Sumbul jî destnîşan kir ku ji 8’ê Adarê heta Newrozê xeta berxwedanê divê bê avakirin û got: “Divê gel li dijî tecrîdê bisekine û bibe dengê berxwedana li girtîgehan.  Newroz serhildanek mezin e. Divê em xwedî li vê serhildana dîrokî derkevin.  Em agiê Newrozê gûr bikin.  Em li kolanan dengê xwe bilind bikin. Ji bo em ji berxwedêr û Ocalan re silavê bişînin divê em dakevin kolana.   Jina bi navê Necla Çetîn jî balkişand ser girîngiya Newroza îsal û ev tişt anî ziman: “Em jiyanek azad dixwazin. Em di bin zextan de ne.  Em bi nasnameya xwe, xwe îfade dikin.  Belê zext wê hebin, lê divê em li dijî vê derkevin. Em berxwe bidin wê cîhan dengê me bibihîze. Wê tecrîd bi dawî be. Wê daxwaz pêk bên." Besra Sumbul jî  anî ziman ku daxwazaw an ya di Newroza îsal de ev e ku dixwazin Abdullah Ocalan azad bibînin û got: “Em ê Ocalan di nav xwe de bibînin. Em ê faşîzmê bişkînin. Em gel in. Kok, ziman û çanda me cuda ye. Serkeftin wê ya me be.”