Li Wanê ji bo Zulkuf meş hat lidarxistin 2019-03-18 16:55:56   WAN -  Li Wanê ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî hat dayîn û piştre meş hat lidarxistin.    Li Wanê der barê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber buroya Hilbijartina Giştî ya Tuşpa ya HDP'ê pêk hat. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongeraya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevli daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'a Wanê Muazzez Orhan axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê. Muazzez, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo bibe dengê daxwazên Leyla Guvenê çalakî pêk anî. Li dijî mirinan xwe feda kir. Lê grevên birçibûnê gihiştiyê asteke xetereyê. Li şûna bêdengiyê divê hikûmet bersivek bide."   Di daxuyaniyê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Leyla yê”, “Bijî berxwedana zindanan” û ‘Zulkuf Gezen rûmeta me ye" hat avêtin, girsê piştre heya avahiya HDPê meşiya.