Bertekên li dijî hikûmeta cenazeyê Zulkuf revand zêde dibin 2019-03-18 16:20:05   AMED - Hevserokên HDP, HDK, DBP, parlamenter û welatî çûn serdana şîna Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku ev helwestek korsanwarî ye, dewlet êdî ji dewletbûna xwe derketiye.    Piştî polîsan mudaxeleyî girseya xwest ku gora Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, derbasî Mala Şînê ya Şaqlatê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê û gelek welatî jî di nav de beşdarî şînê bûn û ji aliyê malbata Zulkuf ve hatin pêşwazîkirin. Polîsên ku mudaxeleyî serdana goristanê kirin, di heman demê de mala şînê jî dorpêç kirin.    'Her roj em bang dikin'   Hevberdevka HDK’ê Koçyigît diyar kir ku êşa wan mezin e û got: “Ji bo ev mirin neqewimin her roj em bang dikin. Lê li hember banga me Wezîrek Dadê yê ker û lal heye. Hevalê me Zulkuf ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîye. Me ji bo cenazeyê xwe plansazî kiribû, lê cenazeyê me revandin. Beyî kar û barên cenaze bên cih veşartin. Em vê seknê qebûl nakin. Ev helwestek korsanwarî ye. Dewlet êdî ji dewletbûna xwe derketiye. Dewlet derketiye derveyî yasayan. Dewlet hiqûq û yasaya xwe binpê dike. Em jî dixwazin ku wan yasayên xwe binpê dikin bên cih. Şehîdê me hemûyan e. Em banga xwedî derketina li hemû gelê Amedê û Kurdistanê dikin.”    'Berpirsiyarê mirinan îkdîdar bi xwe ye'   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku dawî anîna jiyana Gezen xwedî wateyek mezin e û wiha got: “Kurd ji bo dawî li zilmê bînin îro bedena xwe dane ber mirinê û roj bi roj ew beden dihelin û şahadeta ewil qewimî. Divê gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê li dijî siyaseta qirêj a AKP’ê bêden nemînin.Bila dewlet û îktîdar jî viya baş dizanibe berpirsiyarê van mirinan îktîdar bi xwe ye. Ji bo hin bêtir êş neyên kişandin û mirin neqewimin divê hikumet demildest gav biavêje.”    'Canê mirovan ji her tiştî bir nirxttir e'   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di serdanê de axivî û wiha got: “Îro em li vir bêhiqûqî û bêedaletiyê dijîn. Ev demek gellek dirêje ku birêz Leyla Guven bang li bêedaletiyê dike û dixwaze tecrîda bêedalet û bêhiqûqî bi dawî bibe. Li zîndanan û gellek deverên din ên cîhanê însanan bedene xwe dane ber mirinê. Em ji destpêkê ve bangê li Wezîrê Dadê dikin. Me got vê daxwaza yasayî û hiqûqî qebûl bikin. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Lê mixabin me duh şahadeta hevalê xwe Zulkuf bihîst. Heke ku Wezareta Dadê daxwazê pêk bianiya wê hevalê niha bijiya. Wezareta Dadê tişta dikeve ser milê wan neçare demildest bike. Bila êdî hevdîtin pêk were û hêcetek din nîşan nedin. Bila êdî hêcetek nîşan nedin û kes jiyana xwe ji dest nede. Em naxwazin hevelek me din û Leyla Guven jiyana xwe ji dest bidin. Divê ders ji vê mirinê derbixe. Ji bilî mirovatiyê û jiyankirinê rûmettir tiştek din nîne. Canê miovan ji her tiştî bi nirxttir e. Li ser bedena însanan hesabên siyasî nekin. Ji bo edalet û hiqûqê çi pêwîst be wê bikin.”