ÎHD: Sersariya hikûmetê û bêdengiya civakê Zulkuf kuşt 2019-03-18 15:31:05   ENQERE- ÎHD di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku  ji ber sersariya hikûmet û bêdengiya civakê Zulkuf Gezen dawî li jiyana xwe anî  ÎHD'ê got ku divê rayedarên dewletê gavan bavêjin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Enqereyê der barê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: " Zulkuf Gezen ji ber bêdengiya civakê û sersariya hikûmetê jiyana xwe ji dest da.    Di daxuyaniya nivîskî ya ÎHD'ê de hat diyarkirin ku li hemberî grevên birçibûnê bi fikarin û wiha hat gotin: "Li hemberî tecrîdê grevên birçibûnê hatin destpêkirin û ev tişt me dixe nava fikaran. 130 rojin Leyla Guven di greve de ye û hikûmet û raya giştî jî hem sersarin û hem jî bêdengin. Ji ber vê sedemê li girtîgehan çalakiyên cûda tên kirin. Yek ji van jî çalakiya girtiyê bi navê Zulkuf Gezen ê 32 salî bû. Daxwazên girtî û yên Leyla Guven di bin siya berjevendiyên siyasî de ma. Em wekî parêzvanên mafên mirovan li hemberî mirina Zulkuf Gezen xemgînin. Em ê têkoşîna xwe li dijî tecrîdkirina girtiyan pêk tê bidomînin."   ÎHD’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "“Em bang li hikûmetê dikin ku demildest peywira xwe bi cih bîne. Ji bo ku grevên birçîbûnê bi awayekî erênî  bi encam bibin, em bang li rayedarên dewlet û hikumetê dikin ku gavên şênber biavêjin.”