Dagirkirina Efrînê rastiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd tekez kir 2019-03-18 15:10:24   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Êrîşên Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve salek li pey xwe hişt. Li ber çavên hemû cîhanê, sazî û rêxistinên mafên mirovan dewleta Tirk bi bombebarana balafirên şer, helikopter, top û obîsan Efrîn kir bin kontrola xwe. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî hatin koçberkirin.     Efrîn li gor nexşeya Sûrî girêdayî bajarê Helebê ye û li gorî nexşeya Kurdistanê 3'emîn herêma Rojavayê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Efrînê Ezaz, Başûr-Rojava bajarê Idlibê û çiyayê Semian, Rojava û Bakur jî sînorên Tirkiyê ne (Hatay û Kilîs). Efrîn herêmeke çiyayî ye ku rû pîvana wê 3850 km2. Di Efrînê de 350 gund û 7 navçeyên sereke (Cindrês, Bilbilê, Şiyê, Raco, Şera, Şêrewa, Mabeta), hene. Her wiha gelê Ereb, Kurd û gelek baweriyên cuda jî tê dene, weke Êzîdî, Zerdeştî, Sunî, Elewî û Ermeniyan jî hembêz dike. Xwezaya wê jî hemû çiya û deşt in, ji bo vê jî herî zêde çandinî li pêş e.    Di dîrokê de Efrîn   Efrîn xwedî dîrokeke girîng e ku hîna jî gelek şûnwar û cihên dîrokî lê hene. Di sala 1978`an de li çiyayê Kurmênc şikefta Dûderî hat keşif kirin, piştî lêkolînan di sala 1993`an de heykelê zarokekî Niyandirtal ku temenê wî 2 salin û yekemîn heykele li ser asta cîhanê ye, hat dîtin. Her wiha di Efrînê de gelek şaristanî jiyîne, weke Horî, Codî, Mîtanî, Aşorî, Mîdî, Farsî, Yonanî, Bîzantî, Erebê Misliman, Osmanî û herî dawî Sûrî. Şûnwarên dîrokî ên ku li şûna van şaristaniyan mane Kela Simanê, kela Nebî Horî, Eyn Dara, qadeke şer ku Mîtaniyan ava kiribûn, 2 pirên Yonanî, herêmek ji navçeya Efrînê ku bi navê Elbîskê tê nas kirin li ser axa wê neqşên lawirên weke Xezal, Qaz, Teyr û nivîsên bi zimanê Yonanî hene.   Ji 2013'an pilanên êrîşan   Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurd xwedî taybetmendiya berxwedanê bû. Ji ber ku gelê kurd her dem xwestine li ser axa xwe bijîn loma bi komkujiyan rû bi rû mane. Ev dîrok jî di 58 rojên berxwedana Serdemê ya Efrînê de dubare bû. Piştî ku gelê Efrînî li dijî Rêjîma BAAS`ê serîhildan û herêma xwe ji nû ve ava kirin, dewleta Tirk dîwarên şermê di navbera Efrînê û Bakurê Kurdistanê de lêkirin. Ji sala 2013`an de artêşa Tirk bi çekên giran gundên Efrînê topbaran dikirin û gelek sivîlan jî di encamê de jiyana xwe ji dest didan. Artêşa Tirk tenê di vê çarçoveyê de nema, lê belê gelek gund jî xistin binê kontrola xwe. Bi vê yekê jî serokê partiya AKP’ê Receb Tayîb Erdogan di 18`ê Çileya 2018`an de ragihand ku ew ê bi hinceta parastina gelê Efrînê dest bi hemleya Şaxê Zeytûnan bikin. Wiha jî di 20`ê Çileyê de deweleta Tirk bi 72 balefirên şer dest bi topbara Efrînê kir.   Tundiya fîzîkî, çandî û dîrokî    Balafiran komkujî  di navenda navçeya Mabata, li navçeya Şêrawa, gundê Şîtka, navçeya Şiyê, gundê Yelanqoz, Cindrêsê, navenda Efrînê û li nexweşxaneya Avrînê jî pêk anîn. Encama hemû komkujiyan 257 şehîd (45 zarok û 36 jin) 742 birîndar (113 zarok û 113 jin). Her wiha Hedefgirtina mizgefta Selahadîn Eyubî ku di 1961`an de ava bûye û mizgefta bajarokê Cilme ku di 1858`an de ava bûye, goristana şehîd Seydo, çavkaniyên avê (bendava Meydankê), hilweşandina 68 dibistanan ji 318`an. Di heman demê de şûnwarên girê Eyn Dara yê dîrokî ku gelek peykerên lawirên bi bask, Ebû El-Hol û wêneyeke ku xwedewenda Îştar temsîl dike bombebaran kirin. Daristan, Mizgeft û kube yên Êzîdiyan, Elewiyan, dêrên Xirstaniyan û mizgeftên Mislimanan hatin xira kirin.    Dema ku mijar Kurd bin guh ker dibin û çav kor dibin   Di 18`ê Adara 2018`an de û piştî berxwedana Gelê Efrînê ya 58 rojan li dijî balefirên şer, helikopter, top û obîsan dewleta Tirk Efrîn kir binê kontrola xwe. Gelê Efrînê ji ber dijwariya êrîşan berê xwe dan Şehbayê û xwe li wir di kampa Serdem û Berxwedanê de bi cih kirin. A niha dewleta Tirk û komên girêdayî  wê li Efrînê hemû rêbazên li dijî mirovan bi kar tîne. Daristan û darên Efrînê talan kirin û şewitandin. Jinên Efrînê hatin  revandin û tecawizkirin. Erdogan ku di daxuyaniya xwe de got ew ê parastina herêmê bike, kiryarên berovajî pêk tîne. Li hember van êrîşan hemû cîhan, sazî û rêxistinên mafên mirovan bê deng in, ev yek jî hevkariya dewleta Tirk û dewlet-netewan li dijî gelê Kurd teqez dike.