Saziyên Civaka Sîvîl: Hikûmetê berpirsiyariya xwe bi cih neanî 2019-03-18 15:02:01   WAN - Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî di grevên birçîbûnê de ne. Rewşa girtiyên di grevê de ber bi xirabûnê  ve diçe. Têkîldarî grevên birçîbûnê  malbatên girtiyan û Saziyên Civaka Sivîlan li avahiya İHD’ê daxuyanî dan çapemeniyê.   Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên siyasî bi daxwaza ku tecrît bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirine. Greva birçîbûnê bi tevlîbûna bi hezaran girtiyan didome. Li dijî çalakiyê bêdengiya hikûmetê ji didome.  Têkîldarî grevên birçîbûnê  malbatên girtiyan û Saziyên Civaka Sivîl li avahiya İHD’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyani ji aliyê endamê MYK'a ÎHD’ê Kasim Kalkan ve hat xwendin. Kasim bang li hikûmetê kir ku bêdengiya xwe bi dawî bike û bersîvê bidin daxwaza girtiyan.    Kasim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî;”Ji aliyê hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û ev grev niha bi tevlîbûna bi hezaran girtiyan didome. Greva ku hat destpêkirin ji 1'ê Adarê de  li hemû girtigehên Tirkiyeyê belav bûye. Li girtîgeha Wanê ya tîpa F’ 300 girtiyan dest bi grevê kirinê. Ev 93 roj in girtiyên bi navê Şahin Oncu, Cihan Timur, Kemal Hasan, Aziz Sokemen û Barış Kahraman di grevê de ne û rewşa wan ya tendûristiyê ber bi xetereyê ve diçe. Bi vê daxwazê li girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 Zulkuf Gezen dawî li jiyana xwe anî.”    Kasim di dawiya axaftina xwe de bang li Wezîrê Edeletê kir ku berbiprsyariya xwe pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe kir;”Hikûmet û wezîrê Edeletê berpirsyarî û peywira xwe ne anî cih. Niha li Tirkiyeyê bêdengiyeke mezin belav bûye. Em bang li herkesî dikîn ku li dijî vê çalakiyê bêdeng nemînin û bi wîjdanî tevbigerin. Rewşa girtiyan her roj giran dibe û ber bi talûkeyê ve diçe. Em bang li hemû partiyên siyasî, komeleyên mafên mirovan û mirovên demokrat dikîn ku,di vê pêvajoyê de berbirsyariya xwe ya dîrokî û wîjdanî bînin cih. Divê herkes ji mirinê re bibêje na û ji jiyanê re bibêje erê.”   Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan bi dawî bû’