TJA: Dengê ku em ê bidin zindanan ew ê bibe sedema jiyanê 2019-03-18 14:16:43   AMED - TJA'yê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê dawî li jiyana xwe da daxuyanî da û got:"Xwedîderketina serîhildana ku  îro li hemû aliyên cîhanê hatiye belavkirin ji bo me taybetmedinyek jiyanî ye. Dengê ku em ê bidin zindanan ew ê bibe sedema jiyanê ."   TJA'yê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dawî li jiyana xwe da daxuyanî da.   Daxuyanî wiha ye:   "Ji bo şikandina tecrîda di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû kesan tê kirin, divê em xwedî li çalakiyan derkevin. Ev peywira hemû gelên mirovhez in. Faşîzma AKP-MHP'ê zilmê û îşkenceye mezin dike. Ev zilm û îşkenceyan nîşan dide ku çiqas ji serîhildana gelan ditirsin. Zext, zordestî û zilma ku li zindanan tê kirin nîşaneya tirsa wan e.    Em dizanin ku dê serîhildan bi serfiraziyê bi encam bibe   Em dizanin ku dê serîhildan bi serfiraziyê bi encam bibe. Xwedîderketina serîhildana ku  îro li hemû aliyên cîhanê hatiye belavkirin ji bo me taybetmedinyek jiyanî ye. Dengê ku em ê bidin zindanan ew ê bibe sedema jiyanê. Dengê ku em ê bidin serhildêran di heman demê de dê bibe sedema rizgarkirina hemû gelan. Leyla Guven û Nasir Yagiz û bi hezaran rêhavalên me dê li ser piya bimînin. Em ê berdewam bikin ku têkoşîna me mezintir bibe."