Ji Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê banga Newrozê 2019-03-18 14:04:12   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji banga Newrozê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got:"Wekî Kawayên ku li dijî Dehaqan serî hildaye em ê jî li dijî faşîzmê serî hildin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê ji bo Newroza ku dê di 21'ê Sibatê roja pêncşeme li Qada Gundogduyê pêk were civîna çapemeniyê li dar xist û banga tevlîbûnê kir. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Murat Çepni û Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadir Baydur beşdarî civînê bûn.    'Dê dirûşma grevên birçîbûnê bên mezinkirin'   Serpil Kemalbay di civînê de axivî û got:"Li dijî polîtîkayên çewisandinê û teslîmgirtinê têkoşîna li derve û li girtîgehan didome. Leyla Guven a ku ev 131 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê ji bo aştiyê û azadiyê têkoşîna wê û ya nêzî 400 girtiyên di girtîgehan de ketine greva birçîbûnê didomin. Em ê vê têkoşîna bi rihê serîhildana Newrozê mezin bikin."     'Ne ewlehiya gel ewlehiya qesrê esas digirin'   Piştre Murat axivî û got:"Newroz ji bo têkçûyina faşîzmê û mezinkirina têkoşîna serhildêrên di greva birçîbûnê de ne girîng e. Niha ne ewlehiya gel ewlehiya qesrê esas tê girtin. Divê li dijî vê zihniyetê têkoşînek hevpar esas bê girtin. "