'Dê doza me ya berxwedanê her bidome' 2019-03-18 13:16:19   Sozda Oremar   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên  ku bûn şahidê berxwedana serdemê diyar kirin ku heta ku ew hebin dê berxwedan jî hebe û wiha gotin:"Hemû cîhan li dijî dagirkeriya Efrînê bêdeng man. Lê em ê her dengên xwe li dijî vê dagirkeriyê bilind bikin. Dê doza me ya berxwedanê her bidome."   Bi êrîşa artêşa dewleta tirk  û komên girêdayî wê di 20'ê çileya 2018'an de li Efrînê şerekî mezin dest pê kir. Li ber çavên gelê Efrînê malên wan hatin bombekirin, zarok, jin hatin qetilkirin. Gelek sîvil hatin revandin û gelek jê koçber bûn. Hinek dosyayên li ser revanadin 50 jinî û tecawizkiria 55 jinî ji hiqûqa navneteweyî re hatin şandin.  Li gor hin dezgahên ragihandinê tê gotin ku dewleta Tirk li Efrînê 84 sivil qetil kirine û bi sedan kes ne diyarin bi ku de birine.    Dîsa li gor hin rapor û belgeyên ji Efrînê hatine diyar dike ku talan, dizî di asta herî jor deye, bi taybet malên sivilan, milk, zevî tên talankirin. Ev tiştên ku ji Efrînê tên dizîn li bazarên Celablus, Ezaz, Babê tên firotin. Li gor agahiyên herêmî çete dest di danîn ser malên gelê Efrînê ku ji bo vegera Efrînê li Şehba bi cih bûne. Xelkê li Efrînê mayî tapoyên wan nînin ji wan tên standin û firotin. Her wiha zeytûnên Efrînê di rêya sînorê gundê Hemamê re derbasî Tirkiye tê kirin. Di hundirê Efrînê de 18 milyon darê zeytûnê hene, mevsîma zeytûnan salane nêzî 27000 ton berhem tê girtin. Wezîrê çandiniyê yê Tirkiyê xwe mikur hat got:"Tirkiyê dest daniye ser 50.000 ton zeyta zeytûnan,  75 hizar ton zeytun  li sûkên Sûriyê firotin."   Jinê ku heta kêliya dawî ya berxwedana serdemê li ber xwe dan bi lêv kirin ku Efrîn dê tu carî neyê jibîrkirin û wiha gotin:"Me 58 rojî li berxwe da me serî netewand û em ê serî netewînin."   Di derbarê mijarê de ajansa me xwe gihande jinên ku di dema êrîşan de di malên xwe de birindar bûne.Yêk ji wan jinan ku di êrîşan de hevjîn, lawê xwe wenda kir, birindar bûye Rûşîn Bilal e. Rûşîn behsa şerê Efrînê kir û got:"Şerê ku bi ser Efrînê de hatiye hov û bê rehm bû, balefirên dewleta Tirk ezmanê Efrînê di carekê de tarî kirin, di encama vî şerê giran de lawê min şehîd ket piştî çar rojan hevjînê min jî di encamê êrîşên artêşa tirk de şehîd bû."   Rûşînê wiha dom kir:"Êrîşên dewleta Tirk roj ji rojê zêdetir dibû û sivîl hedef digirtin, ez jî yek ji wan bûm di encamê êrîşên hov de birîndar bûm, her du lingên min şikestin û çavekî min kor bû. Niha ez û çar zarokên xwe li kantona Şehbayê dijîm, bi hêviya rojekê vegerim ser axa xwe."   'Hevalên me li ber çavên me Şehîd bûn'   Her wiha jina bi navê Reşîde Reşîd a ji navçeya Cindrêsê êrîşên li ser Efrînê wiha anî ziman û got:"Êrîşek li ser Efrînê pir dijwar bû, sivîl, zarok, jin, pîr û kal hedef girtin. Gelê ku di gundan de dijîn berê xwe dan navenda navçeya Cindirêsê, lê dewleta Tirk her roj êrîşên xwe girantir dikir. Di Cindirêsê de gel bi xwe parastina xaka xwe dikir. Gel ji neçariyê xwe di stargehan de bi cih bûn. Tenê ji bo ku erdê xwe nehêlin, lê belafirên artêşa Tirk ew yek jî ji gel re nehişt, rêhevalên min jî ji bo parastina axa xwe birîndar bûn, ji wan jî dema em derbas stargehan dibûn me winda dikirin lê piştî em derdiketin me didît ku şehîd ketine. Em jî serîhildana şehîdên xwe didomînin û li doza wan xwedî derdikevein."   'Em ê vegerin ser axa xwe'   Reşîde balkişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û got:"Dema balafiran li ser me bombe barandin  em ji stargehan derketin gel li qada pazarê bû di wê kêliyê de jinek li wir bû min jê pirsî tu ku ve diçî?" lê roketên dewleta Tirk derfet neda wê jinê ku bersiva min bide li ber çavên min şehîd ket. Tenê bi ezaman de firî û li erdê ket ez jî ji hêza roketê lingên min şewitî. Tu carî em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji bîr nakin, em ê vegerin ser axa xwe."   'Em ê vegerin Efrînê, Efrîn a me ye'   Hiriyet Nebî jî ji navçeya Bilbilê wiha dibêje:"Du zarokên min hene, em li ser axa xwe bûn Erdogan xwedê jê ne razîbe êrîşek pir hov û giran bi ser gelê sivîl de anî, gelek şehîd ketin û birîndar bûn jî. Dema êrîş dijwar dibû min zarokên xwe dibirin stargehan ji bo parastina wan ji hovitiya dewleta Tirk, heta kêliya dawiyê ya berxwedanê em li Bilbilê bûn di mala xwe de bûn, ji dijwariya êrîşan bi giranî ez birîndar bûm. Cîhan giştî li ser gelê Efrînê siyaseta xwe meşandin. Di encamê vê siyaseta faşîst em neçar man ji axa xwe dûr bikevin. Lê em ê vegerin Efrîna xwe û rizgar bikin."