Gelê Amedê xwedî li Zulkuf Gezen derket 2019-03-18 13:02:50   ROJANE....YENÎ   Gelê Amedê xwedî li  Zulkuf Gezen derket   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlementer û HDP'î dê gora Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a 2'yan a Tekîrdagê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî, li Goristana Yenîkoy ziyaret bikin. Polîs gorîstana Yenîkoyê dorpêç kir û çuyîna goristanê asteng dikin.    Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a 2'yem a Tekîrdagê çalakî pêk anî û  dawî li jiyana xwe anî, ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê ya Amedê  di bin dorpêça maşîne û wesayitên zirxî de defin kirin. Li gel astengiya polîsan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ligel malbetê cih girt. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlementerên HDP'ê û gelek HDP'yiyên ku ji Çewlîk, Şirnex û Mêrdînê jî hatin dê biçin serdana goristanê.  Beriya serdanê polîs goristan dorpêç kir û kesên ku dixwazîn biçin serdana gora Zulkuf tên astengkirin.    Welatî li ber goristanê bendemayîna xwe berdewam dikin. Welatiyên ku ji Çewlîkê hatin li Qerekola Abaliyê hatin rawestandin û hat diyarkirin ku serdan ji hêla walitiyê ve hatiye qedexekirin û ji ber we jî ketina wan a bajar jî hat astengkirin.