Li Qamişloyê şehîdên Newroza Qamişloyê û Efrînê hatin bîranîn 2019-03-18 12:07:35   QAMIŞLO - Bi dirûşmeya “Bi agirê Newrozê em ê dagirkeriya li ser Efrînê bişewitînin” ciwanên kurd meşek meşaleyî ji bo bîranîna şehîdên Newroza Qamişloyê, şehîdên Newroza Hesekê bi bîr anî û êrîşên li ser Efrînê hat şermezarkirin.   Bi dirûşmeya “Bi agirê Newrozê em ê dagirkeriya li ser Efrînê bişewitînin” ciwanên kurd meşek meşaleyî ji bo bîranîna şehîdên Newroza Qamişloyê, şehîdên Newroza Hesekê bi bîr anî û êrîşên li ser Efrînê hat şermezarkirin.Bi sedan ciwanên kurd û xwendekarên Efrînê li Çerxareya Sonî a bajarê Qamişloyê kom bûn. Di destpêka meşê de daxuyaniyek çapemenî hat dayin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê berdevkê ciwanên kurd Ebd El-Xenî Omer hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Salek beriya niha bajarê Efrînê yê Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, Tirkiyê beriya ku herêmê dagir bike komkujî li dijî şêniyan pêk anî. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi armanca guhertina demografîk û valakirina herêmê ji niştecihên wê êrîşê bajarê Efrînê kir. Gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe dan, berxwedana Efrînê ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve ku xeta şehîd Avesta dişopîn di qonaxa duyem de didome. Bi vê boneyê jî em şehîdên Komkujiya Newroza Hesekê, Qamişlo, Helebçe û Efrînê bi bîr tînin. Em dibêjin têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê ew ê heta dawiyê bidome."   Meş ji çerxerêya sonî dest pê kir heta çerxerêya Felahîn a taxa Enteriyê  bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, "Şehîd namirin" hate bi dawîkirin.