Dê HDP'yî biçin serdana gora Zulkuf Gezen 2019-03-18 11:41:46   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlementer, rêveber û endamên HDP’ê, dê gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, ya li Goristana Yenîkoy ziyaret bikin.   Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di şeva 16’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî. Piştî malbatê agahî stend, çûn cenaze ji Tekîrdagê girtin û anîn morga Balafirgeah Ataturkê ya Stenbolê. Malbata Gezen xwest ku îro saet di 09.50’an cenaze li Amedê defin bikin. Lê polisan gef li malbatê xwar û ji wan xwest ku bi şev cenaze defin bikin. Ji ber ku malbatê ev daxwaza polîsan qebûl nekir, polîsan bêyî agahiya malbatê cenaze li balafirgehê desteser kirin, anîn Amedê û bi darê zorê li Goristana Yenîkoy defin kirin.    Polîsan destûr nedan parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku cenaze pêşwazî bikin û beşdarî merasîma cenaze bibin.   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlementer, rêveber û endamên HDP’ê, îro saet 12.00’an dê li Goristana Yenîkoyê gora Zulkuf Gezen ziyaret bikin.