Jinên Efrînê: Tu hêz nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin 2019-03-18 09:59:30   Tûlîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Şehbayê derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Em dagirkeriya dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikin. Em ê Efrînê ji dagirkeran nehêlin. Efrîn a me ye."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 21'ê Çileyê 2018'an de êrîşî Efrînê kiribûn û di 18'ê Adara 2018'an de piştî berxwedana 58 rojî şûnde Efrîn kirin binê kontrola xwe. Jinên Efrînê yên li Şehbayê derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê de diyar kirin ku ew tevî hemû zehmetiyan têkoşîna ji bo vegera Efrînê didin û wiha gotin:"Tu hêz nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin. Heta ku em hebin em e ji bo azadî û vegera Efrînê li ber xwe bidin."   'Tu hêz nikare gav bi me paşde bide avêtin'   Jina bi navê Şêrîn Muhemed wiha got:" Di roja 18'ê adara 2018'an em neçar man ji Efrînê derkevin, ji ber êrîşên hovane û balafirên dewleta Tirk a dagirker. Me pir zehmetî li ser rê jî dît heta gihaştin Şehbayê. Niha jî em her roj têkoşîn dikin, di nav çalakiyan de ne, tenê armanca me vegera Efrînê ye. Tu hêz nikare gav bi me paşde bide avêtin. "   'Em ê rojekê dîsa vegerin Efrînê'    Her wiha jina bi navê Emel Şêx Elî jî wiha got:"Em roja dagikirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê bi zimanekî tund şermezar û lanet dikin. Me gelek zehmetî kişand. Çimkî dewleta tirk bi awayekî hovane êrîş dikir. Zarok jin pîr hemû kes hedef digirt û qetil dikir. Me li Efrînê heta dawî li dijî faşîzma dewleta tirk li berxwe dan. Ev berxwedana me niha jî didome. Me soz daye Şehîdên xwe yên Serdemê ku em ê rojekê dîsa vegerin Efrînê.    'Tu hêz nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin'   Jina bi navê Gulşan Şêxo ya ji Efrînê ev tişt got:" Li Efrînê şerekî pir dijwar qewimî, lê me dev ji berxwedana xwe berneda. Efrîn piştî berxwedana 58 rojan hat dagirkirin, em li Şehbayê niha têkoşîna xwe didomînin, wê bi îradeya jinan vegera Efrînê pêk were û Efrînê bi coşa gelê xwe carek din bixemile.Em dagirkeriya dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikin. Em ê Efrînê ji dagirkeran nehêlin. Efrîn a me ye. Tu hêz nikare Efrînê bi me bide jibîrkirin. Heta ku em hebin em e ji bo azadî û vegera Efrînê li ber xwe bidin."