Evîn Siwêd: Jin xwedî hêza herî mezin a çareseriya Suriyê ye 2019-03-18 09:02:37   QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd li ser girîgiya rêxistinbûn û civînên jinan di nava rêxistinê de  ji hemû partî, rêxistin û saziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  nirxandinên girîng kir û got Armanca civîna rêxistinên jinan ji bo avakirina pêşeroja Bakûr û Rojhilatê Suriyê bû.   Berdevka Kongreya Star a Rojava  Evîn Siwêd li ser girîngiya civînên jinan di nava rêxistinan de ji hemû partî, rêxistin û saziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir û anî ziman ku  çareseriya pirsgirêka  suriyê bi cih girtina jinê di nav reêxitinê de pêkan e. Jin xwedî israra mezin e ku ew destkeftiyên ku bi ked û xwêdana xwe bi dest xistiye biparêze. Evîn wiha berdewam kir: "Jin dê bi sîstema netewa- Demokratîk re dîzayna Suriyê diyar bike û dê jinên Suriyê di bin sîwana xwe ye nû de hevgirtin û yekbûna xwe xurtir bikin.”    Evînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hêza jinê û ev tişt got: "Dema ku çareseriya pirsgirêkên suriyê xwe ferz dikin û rêbaza çareseriyê tê nîşqaşkirin, hêza herî dînamîk û guncav hêza jinê ye. Li milekî jinê şer kir, li milekî jî pergala xwe avakir û qanûnên xwe diyar kirin. Ji qada leşkerî,civakî,siyasî û aborî de jin kirdeya serekeye ya avakirina pergala netewa-demokratîk û azadiya jinê bû. Loma jî di pêşengtiya jinê de pergalê xwe bi gewde kir û bû hêza û çareseriya hemû pirsgirêkan. Loma di  berbanga bidawîkirina DAIŞ’ê de jinan rêbaza çareseriyê di civîneke jinan giştî de gotubêj kirin.   'Çareseriya  pişrsgirêka Sûriyeyê bi rêxistinbûna jinê pêkan e'   Berdevka Kongre Star a Rojavayê Kurdistanê Evîn Siwêd derbarê rola jinê ya di çareseriya Suriyê de ev nirxandin kir:"Di heft salên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ya herî zêde xwedî rol û misyon bû, jin û ciwan bûn. jin û ciwanan tekoşîneke bê hempa dan meşandin da ku  li welatê xwe-Sûriyeyê di aramî û aşîtiyê de bijîn. Gelek civînên ji bo çareseriya kîrîza Sûriyê hatin li darxistin, lê di wan civînan de jinê cihê xwe negirt û herî zêde rengê zilam di wan civînan de li pêş bû. Lê heta ku jin bi projeya xwe ya di derbarê çareseriya Sûriyê de beşdarî civînên ku di derbarê çareseriya kirîza Sûriyê de nebin, dê çareserî ne gengaz be. Di rojên ku DAIŞ nefesa xwe ya dawî dide, tevahî rêxistin û partiyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyê di yek nêrînê de ne. Çareseriya Sûrîyê encex bi cihgirtina jinê ya xwedî pirojeya suriyeyeke azad û demokratîk pêkane."   'Jin xwedî avakirina sîstema li ser bingehê netewa-demokratîk e'   Evînê, bal kişand ser erka jinê ya piştî tunekirina DAIŞ'ê û wiha got:"Di nav Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de, hem em rastî  êrîşan dihatin, him jî me xwe diparast. Hem me şer dikir û ji aliyekî din ve  jî me sîstemeke ku cara yekem e  li cîhanê tê behiskirin dida runiştandin. Piştî tunekirina çeteyên DAIŞ'ê ya ku ji me tê xwestin, em vê sîstema hatiye avakirin  xurt û dabigrin. Divê ev sîstem li ser bingehê netewa-demokratîk bê avakirin û xurtkirin. Ji ber ku em weke Kongreya Star ji bo pêkanîna sîstema Bakur û Rojhilatê Suriyê bingehê Netewa-Demokratîk ji bo xwe esas bigirin. Ji xwe heta niha li ser Netewa-Demokratîk ev sîstem tê avakirin. ji niha û şûn ve jî divê hîn bêhtir li ser kêmasiyên di rûniştandina sîstemê de em bisekinin û temam bikin."   'Sedema alozî û şerê li Suriyê hebûna dewletên biyanî ye'   Her wiha Evîn Siwêd diyar kir ku gelek dewletên hegemonîk û dagirker li ser axa Suriyê hene ku divê rewşa wan bê zelalkirin û wiha got: "Divê piştî tunekirina DAIŞ'ê rewşa dewletên dagirker yên ku hebûna xwe li ser Suriyê didin nîşandan bên zelalkirin.  Dewleta tirk li aliyê Cerabilus,Bab,Ezaz û Efrînê axa me dagir kiriye. Dewleta tirk weke cîranê Suriyeyê derbasî xaka Suriyê bû ye û dagirkeriya xwe dimeşîne. Divê ev yek bê çareserkirin. Her wiha gelek dewletên derve ji bo berjewendiyên xwe li axa Suriyê bi cih bûne, divê ev yek jî piştî tunekirina DAIŞ'ê bê nîqaşkirin û çareserkirin. Dema ku ev hêzên derve ji Suriyê derkevin wê hin bêhtir bingeha çareseriyê were avakirin. Wê  Suriyeyî li hev rûnên û ji bo Sûriyeyê bingehê çareseriyê daynin. Aloziya şerê li Suriyê sedema wê ya yekemîn hebûna dewletên derve yên li ser xaka Suriyê ne."   'Di heft salên şoreşê de ya herî xwedî bedêl jin e'   Evînê di berdewamiya axavtina xwe de bal kişnad ser rola jinê di Şoreşa Rojava de û wiha got: "jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî mîraseke mezin e. Heta ku jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê ewqas destkeft bi dest xistin gelek berdêlên giran dan. Di nava şoreşa heft salan de ya herî zêde bedel dan jin û dayîk in. Ji niha û pê ve qonaxeke nûh dest pê dike, ev jî qonaxa mayîndekirina destkeftiyên hatine bidestxistin e. Parastina van destkeftiyan encex bi hevgirtin û yekbûna jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê pêkan dibe. Jin xwedî zanebûne, lê ya girîn kar û xebat hin bêhtir tê xwestin.”   'Dê hevgrtina jinên Suriyê di bin sîwana nûh de xurtir bibe'   Evînê di axavtina xwe de bal kişand ser hevdîtina jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê, girîngiya sîwaneke nûh bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Yekemîn rêxistina jinê ya Rojavayê Kurdistanê Kongreya Star e. Kongreya Star ji hemû jinên pêkhateyan re dikare bibe pêşeng û xwedî roleke sereke. Jinan di nava şoreşê de kedeke mezin dan meşandin. Lê êdî me weke jin ferq kir ku di nav hin kar û çalakiyan de mayîn li gor pêvajoyê têrê nake. Em weke Kongreya Star xwedî nêrîneke wiha ne  ku li ser rewşa tevahî jinên rêxistin û partiyên bakur û rojhilatê Suriyê li hev kom bibin û derbarê sîstema kar û xebatên xwe de bighên hevgirtin û xwe dibin sîwanekî nûh de xurtir bi rêxistin bikinin. Ji ber ku em weke jinên Suriyeyê derbarê avakirina Suriyeyeke nuh de xwedî gelek nêrînên hevbeş in. Ji  bo avakirina sîwana jinên bakur û rojhilatê Suriyê di 13'ê Adara 2019'an de civîna yekem ya jinan hate li darxistin û Rêxistineke Sîwan a Jinan hat avakirin armanca sîwanê ew bû ku yekbûna jinên Suriyeyê were avakirin. Her wiha jin di bin  sîwana xwe de bi yek nêrînê tevbigere ji bo ku hevgirtineke xurt em karibin ava bikin. Piştî têkbirina DAÎŞ'ê ji bo destkeftiyên jinan bê parastin û rola jinê hin bêhtir derbikeve pêş nîqaş hatin kirin.”   'Jin xwedî israre da ku destkeftiyên xwe biparêzê'   Evînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em deqe bi deqe li benda agahiya tunekirina çeteyên DAÎŞ'ê ne. Ji ber ku DAÎŞ  li ser tevahî cîhan û mirovahiyê xeteriyeke mezin bû. Bi pêşengtiya QSD,YPG û YPJ'ê ev terora xeternak ya hov ber bi dawîbûnê ve  diçe. Em jin ji bo vê rewşê bi coş û moraleke mezin in. Em di zanebûna nirxên şoreşê yên salên dirêj,  ked, xwîn, xwêdan û rondikên dayikan barî de ne. Ji ber vê yekê jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwedî israr in ku destkeftiyên xwe bi parêzin.”