Komcivîna Meclisa Jinên PYD'ê ya Berxwedana Serdemê bi dawî bû 2019-03-17 17:39:55 QAMIŞLO -  Bi dirûşmeya "Berxwedana Sedemê berdewam e, Bi vîna Jina azad wê bi ser bikeve" Komcivîna berxwedana Serdemê bi dawî bû. Komcivîna Berxwedana Serdemê  ku di pêşengtiya Meclisa Jina a Partiya Yekîtiya Demokeratîk(PYD) pêkhat, bi dehan jinên sîyasetmedar ên  sazî, dezgeh û rêxstinên jinan  tevli bûn. Piştî di  xala yekê de li ser Sosyolojiya Efrînê niqaş hat kirin. Xala duyemîn ji aliyê Hevseroka PYD'ê Eyîşa Hiso ve  Berxwedana Serdemê hat.   'Heta Efrînê rizgar bibe dê berxwedan berdewam bike'   Eyîşayê ji bo berxwedana Serdemê wiha got:" Gelê Efrînê berxwedaneke bê hempe li hemberî dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk da meşandin. Ev berxwedan di pêşengtiya jinan de pêk hat. Jina Efîrnê ku bi tilîliyan bi destê xwe zarokên xwe dispartin axê. Jina ku ji zarokên xwe yên di çeperande re xwarin çêdikir, ew jinên ku li dora berxwedanê bûbûn çember û berxwedana xwe mezin dikirin li dijî hovîtiya dewleta tirk bûn xwedî rol di berxwedana serdemê. Gelê Efrînê hîn jî berxewedana xwe di kampeyên Şehbayê de didomîne. Berê gelê Efrînê ji yana xwe li bajarê xwe berdewam dikir lê niha Efrîn di dilê gelê xwe de dijî. Wê êş û şewata di dilê gelê Efrînê de bibê berxwedan û wê serkeftinê misoger bike. Dê bexwedana Avêsta, Barîn û karkeran berdewam be heta ku Efrîn rizgar bibe."   Gelê Efrînê lêpirsîna wijdanê dewletên navnetewî dike   Piştî nîqaş kirina Xala duyemîn sinevizyonek li ser komkujî û berxwedana serdemê hat pêşkêşkirin. Paşê xala sêyemîn li ser kiriyar û komkujiyên dewleta tirk li ser Erînê ji aliyê Şêwermenda PYD'ê Zeyîneb Saroxan ve hat şîrove kirin. Zeyîneb balkişand  ser kiriyarên dewleta Tirk ên li Efîrnê û got:"Dewleta tirk gelek kiriyar û komkujî bi awayekî  hovane li ser Efrînê pêkanî. Ev salak bû li ser dagirkeriya dewleta tirk  a li Efrînê re derbas dibe. Di şerê dewleta tirk de bêpîvaniyên mezin hebûn û ev bê pîvanî nayên pijirandin.  Li ruxmî vê yekê jî dewletên navneteweyî bê deng man. Di Efrînê de  dewleta tirk ji her milî ve kiriyar û hovîtî bi kar anî. Bi sedan jin hatin revandin û tecawizkirin, bi hezaran darên zeyîtunan hatin şewitandin, gelek kes bê sûc hatin kuştin, demografiya Efrînê roj bi roj tê guhartin.  Dizî, talan û hilweşandina deverên dîrokî her ku diçe li Efrînê zêde dibe. Gelê Efrînê lêpirsîna wijdanê dewletên navnete weyî dike û dibêjin kanî ew dewletên mafên mirovan diparêzin."    Herî dawî endama Meclisa jinê ya PYD'ê Edalet Omer  helbestek li ser Efrînê  xwend û komcivîn bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.