Rojnemvana Emerîkî Dêbî Bûk seredana Kongreya Star kir 2019-03-17 16:50:16   QAMIŞLO - Rojnemvana Emerîkî Dêbî Bûk, li Qamişloyê çû  serdana Kongreya Star û şervanên jin ên hevparên QSD'ê.   Rojnemevana Emrîkî Dêbî Bûk, ku di 14'ê Adarê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû, bi armanca naskirina kar û xebatên jinê li bakur û rojhelatê Sûriyeyê û bi taybet naskirina şoreşa Jinê ya  rojavayê Kurdistanê.    Rojnemevan Dêbî ku serdana xwe berdewam dike îro jî çû serdana Kongreya Star a bajarê Qamişlo û ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd û Endamên Koordînasiyona Kongreya Star Madlên Şêx Xidir û Mûna Yûsif ve hat pêşwazî kirin. Kongreya Star tevgera û xebatê jinê, her wiha rêxstin û hevgirtina jinan ji Dêbî re da nasîn.   Dêbî paşê berê xwe da navenda Yekîneyên Parstian Jinê yên hevparên QSD'ê û li wir dê hevdîtina xwe bidomîne.