Li Şirnexê banga tevlibûna Newerozê hat kirin 2019-03-17 14:22:54   ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newroza ku 3 salan nikaribûn li nava bajar pîroz bikin û wê vê salê pîroz bikin banga tevlibûna pîrozbahiyê kir.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê, bi boneya tevlibûna Newroza Şirnexê ku wê di 21'ê Adarê de pîroz bikin, banga tevlêbûnê kir. Komîteya Amadekar, ji bo banga pîrozbahiya Newrozê li Avahiya HDP'ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê pêk anîn. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê  Halil Uçar, daxuyanî da û diyar kir ku Newroz mizgîniya biharê ye.    Ji ber derketina kolanan hatibu qedexekirin gelê Şirnexê 3 salin nikaribû Newrozê li nava bajar pîroz bike. Halîl anî ziman ku dê îsal li Qada Newrozê ya tenişta Otela Şehri Nuh pîroz bikin û ji hemû gelê Şirnexê xwest tevli pîrozbahiya Newrozê bibin. Halîl wiha berdewam kir: "Em dê bi şîara hemwelatîbûna wekhev, çareseriya demokratîk, welatekî ku wekî mirov karibin lê bijîn têkoşîna xwe mezin bikin. Em dê li dijî mirinê jiyanê biparêzin, Em dê nîşan bidin ku em dest ji azadiya xwe bernadin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê hemû gelê me hatine vexwendin."