Piştî serdegrtina malan a polîsan pitika 4 mehî ji ber çû 2019-03-17 12:01:50   ŞIRNEX - Li Ciîzrê hat diyarkirin ku hevjîna  Abdurrahman ê ku di 8' ê Adarê de di encma serdegirtina mala xwe de hat girtin hevjîna wî jî ji ber stresa ku jiyaye pitka wê ya 4 mehî ji ber çûye.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, berî bi 10 rojan di encma serdegirtina malan de 16 kes hatibûn binçavkirin  û 7 kes ji wan bi îdaya "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Di 8'ê Adarê de li taxa Yasef ya navçeyê di serdegirtina malan de, deriyê malan hatibû şikandin û di dema lêgerînê hemû alavên malan hatibûn serobinkirin.    Ji van kesên ku di dema serdegirtinê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin yek jê jî Abdurrahman Çakir bû. Hat diyarkirin ku hevjîna Abdurrahman ya 4 mehî ducanî ji ber sitresa ku di dema serdegirtinê de jiyaye ber avêtiye û pitika wê ji ber çûye. Jina ciwan ku piştî bûyerê rakirin nexweşxaneyê piştî hat dermankirin anîn malê û hevjînê wê jî şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.