Jinên Efrînê: Ji bo dijminê me têk biçe divê em her li ser piyên xwe bin 2019-03-17 10:22:38   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê bi cih bûne da zanîn ku li Şehbayê jiyan ji ber derftên kêm gelek dijwar e û gotin:"Li Kampa Berxwedanê tevî zehmetiyên ku em dibînin dîsa jî em dev ji karên xwe yên rojane yên ji bo pêdiviyên jiyanî û têkoşîna xwe bernadin. Ji bo dijminê me têk biçe divê em her li ser piyên xwe bin."   Jinên Efînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne qala têkoşîn û jiyana li kampe kirin. Jinan diyar kirin ku ew hem ji bo berdewamiya çanda xwe hem jî ji bo di jiyanê de li ser piyên xwe bisekinin li berxwe didin û wiha gotin:"Em bi taybet jin li Kampa Berxwedanê  alîkariya hevdu dikin. Em jin kom dibin û çîrokan dibêjin da ku çanda me ya ku bi çîrokan jî tê parastin winda nebe. Her wiha em li ber konên xwe kulîlk û daran jî diçînin da ku em xwezaya xwe jî biparêzin."   'Gerek em Efrînê  ji dagirkeran rizgar bikin'   Esûm Îsmaîl wiha got:"Ji ber şerdên zivistanê û derftetên kêm ên aborî jiyan li Şehbayê dijwar e. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Her Zarokên Efrînê darên zeytûnan bi xwîna xwe av dane. Gerek em Efrînê  ji dagirkeran rizgar bikin. Heta vê kêliyê Artêşa Tirk li Efrînê binpêkirina mafan pêk tîne û demografiyê diguherîne. Hovîtiya Dewleta Tirk tu caran nayê jibîrkirin. Wê gel tola xwe hilde. Ji ber ku em teslîmkirinê qebûl nakin. Erdogan bi êrîşên xwe di heman demê de xwest ku çand û hunera gelan tune bike.    'Hêza Gelê Kurd dê faşîzmê têk bibe'   Her wiha Fîdan Xelîl jî behsa êrîşên li ser Efrînê kir û wiha got:"Erdogan êrîşên xwe zêdetir kir û hemû gel di navenda bajarê Efrînê de  jin, zarok, pîr, kal hemû sivîlan hedef girtin û gelek komkujî jî pêk anîn. Lê hêza me têrê dike ku em Efrînê  careke din rizgar bikin û ji nûh ve  ava bikin. Em ê Efrîna rizgar bikin û ji nû de ava bikin. Hêza Gelê Kurd dê faşîzmê têk bibe."   'Em ê teqez bi ser bikevin'   Dayika Berxwedêr Demhat Fatime Omer a ji Gundê Xilolko ye, wiha qala Efrînê kir:"Em tevî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin. Kesên ku vê hovîtiyê li ser me dimeşînin ew ê negihêjin armanca xwe. Daxwaza min ew e ku ez rojekê pişta xwe bidim çiyayê Gir û Gazî Demhatê xwe bikim û bibêjim ku dê  xwîna we li erdê nemîne. Em ê teqez bi ser bikevin."   'Çîrok dîrok û çanda me rave dike'   Sîhem Henan axivî û wiha got:"Em wekî jin li Şehbayê di nava piştevaniyê de ne. Em rû ji hev naguherîne. Em her serdana hevdu dikin. Em wekî xelata dapîr û bapîrên we ya çîrokbêjiyê didomînin. Çîrok dîrok û çanda me rave dike."   Her wiha Sînemê çîrokek ku ji dapîrê xwe fêr bûbû parve kir.    'Ya ku mirov bibe serkeftinê xebat û têkoşîn in'   Nazliyê Îbrahîm wiha got:"Gelê li vir ji bo li dijî zehmetiyan li berxwe bidin jiyanek nû ji xwe re afirandin. Li vir ez beşdarî nava xebatên tenduristiyê û perwerdeya zimanê Kurdî dibim. Ev yek min gelek bextewar dike. Tevî hemû zehmetiyan em li ziman û çanda xwe xwedî derdikevin. Ya ku mirov bibe serkeftinê xebat û têkoşîn in."   'Tu hêz nikare me ji têkoşîna me dûr bixe'   Fîdan Reşîd wiha got:"Ji bo em jiyana xwe bidomînin me zehmetî ji xwe re nekir asteng. Tevî hemû zehmetiyan niha em bi hev re dibin alîkar û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê didomînin. Tu hêz nikare me ji têkoşîna me dûr bixe. "   'Ji bo dijminê me têk biçe divê em her li ser piyên xwe bin'   Mûne Hemûş jî wiha got:"Li Kampa Berxwedanê tevî zehmetiyên ku em dibînin dîsa jî em dev ji karên xwe yên rojane yên ji bo pêdiviyên jiyanî û têkoşîna xwe bernadin. Ji bo dijminê me têk biçe divê em her li ser piyên xwe bin. Em bi taybet jin li Kampa Berxwedanê  alîkariya hevdu dikin. Em jin kom dibin û çîrokan dibêjin da ku çanda me ya ku bi çîrokan jî tê parastin winda nebe. Her wiha em li ber konên xwe kulîlk û daran jî diçînin da ku em xwezaya xwe jî biparêzin."