Şahidên Newroza 92’an: Em ji kevneşopiya berxwedana berîvanê tên 2019-03-17 09:13:06   ŞIRNEX - Jinên şahidiya Newroza sala 1992’an kirin diyar dikin ku divê îro jî Gelê Kurd li ber xwe bide û gotin: “Em ji kevneşopiya berxwedana Berîvanê tên. Em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê vê Newrozê jî li qadan bin.”   Agirê Newroza îsal wê di pêvajoya berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) a Colemrêgê  Leyla Guven hatiye destpêkirin û hilbijartinên 31’ê Adarê bê pêxistin. Li Botanê jî îsal wê bi coş Newroz bê pîrozkirin. Şirnex ya ku berxwedana xwe ya ji sala 1991’ê destpêkiriye û heta îro hatiye, di Newrozên 1991 û 1992’’an de bedelên giran dan. Newroza îsal ya li Cizîrê wê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin.   Di du salan de 125 kes hatin qetilkirin   Di pîrozbahiyên 1991’ê ya li Nisêbîn, Edene, Pasûr û Cizîrê de 31 kes hatin qetikirin. Di 1992’an de jî piştî daxuyaniya serokwezîrê demî Suleyman Demîrel ya wekê ‘her kes bi awayekî azad dikare Newrozê pîroz bike şûnde her kes daket kolanan, lê di encama êrîşa hêzên dewletê de tê de jin û zarok jî hene 94 kes hatin qetilkirin.   ‘Her der tevlihev bû’   Emîne Acar diyar kir ku tiştên di Newroza 92’an de jiyane tu car ji bîr nakin û wiha got: “Roja Newrozê em daketin qadan. Me li qadê Newroz pîroz dikir û bi carekê re leşkeran êrîş kir. Her kes çû kolanê. Ez jî çûm malê. Gaza îsotê avêtin malan jî. Piştre Huseyîn li malê şehîd ket. Piştî vê agahiya şehadeta Berîvan û hinekên din jî hat.”   ‘Her kes gulebaran dikirin’   Emîneyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Berîvan baş tê bîra wê û wiha got: “Di bûyerê de kefiyek sipî li serê wê bû. Bi destê xwe digot ‘werin werin’. Diçû herî jor axaftin dikir. Her kesê cesareta wê didît, xwe davêtin kolanê. Me wê demê pir êş dît. Hemû kes dihatin gulebarankirin. Kesek biçûna li pey wan diçûn. 20 sal derbas bûye lê em heman tiştî dijîn. Hîna jî zarokên me tên qetilkirin. Ev êş naqede. Lê wê berxwedana me jî neqede. Ji wê rojê şûnde min salekê jî pîrozbahiya Nwrozê li xwe derbas nekir. Ez bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî Newrozê bûm. Ez bang li hemû jinan dikim ku vê salê jî bên qada Newrozê.”   ‘Min cenaza kurê xwe 4 rojan nedît’   Dayika Huseyîn Erten yê di Newrozê de jiyana xwe ji dest dabû, Ayşe Ertene jî bi lêv kir ku piştî bûyera hatiye jiyîn şûnde cenazeyê kurê xwe 4 roj şûnde dîtiye û wiha pê de çû: “Em wê rojê daketibûn kolanan. Em çawa derketin em gulebaran kirin. Kurê min got ez jî diçim. Ew jî li wir bû. Dema gulebaran kirin her kes çû malên xwe. Piştre gotin kurê te şehîd ketiye. Min 4 rojan cenazeyê wî nedît. Êşa me hîna tezeye. Beyî sedem kurê min jî têde gelek kes hatin qetilkirin. Tu sûcê wan tnebû. Wek mirovên din tevlî Newrozê bibû. Şeva beriya pevçûnan Bêrîvan hat mala me. Ji min re got ‘tu natirsî ne wisa’. Min jî got ez çima bitirsim. Tevî her tiştî me li  ber xwe da. Em niha jî natirsin. Ez 70 salî me hîna diçim Newrozê. Em ê bibin dengê Leyla û hevalên wê.”