Malbatên girtiyên di grevê de: Nebin şirîk û hevkarên zilimkaran 2019-03-17 09:11:07   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin,li 66 girtîgehên Tirkiyeyê belav bû û niha 331 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe û li dijî van çalakiyan bêdengî û bêhestiyariya hikûmetê jî didome. Malbatên girtiyên grevên birçîbûnê de nêrazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û gotin ku rewş wiha bidome ew jî dê dest bi grevên birçîbûnê bikin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 130'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê  li  66 girtîgehên Tirkiyeyê belav bû û niha 331 girtî bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe û li dijî van çalakiya bêdengî û bêhestiyariya hikûmetê jî didome. Malbatên girtiyên bertek nîşanî  helwesta hikûmetê dan û gotin ku ji her mirinekê hikûmet berpirsyar e.    ‘Tiştek bê serê zarokên me hikûmet jê berbirsyar e’   Ji malbatan Besra Salhan a ku kurê wê 56 roj in di greva birçîbûnê de ye axivî. Besrayê diyar kir ku hikûmet bi vê bêdengiyê mirinan erê dike û wiha axivî;” Kurê min ev 56 rojin di greva birçîbûnê de ye. Li dijî van çalakiyan bêdengiya hikûmete didome. Her bêdengiyek çalakvanan zêdetir nêzî mirinê dike. Em edaletê dixwazin. Divê daxwazên wan bên cih û bên guhdarîkirin. Di van çalakiyan de tiştek bê serê zarokên me hikûmet jê berbirsyar e. Ger ku wisa bidome, em jî dê bikevin greva birçîbûnê. Divê ev pêvajoya zilmkar bê dawî kirin û ev tecrîta ser gelê kurd bi dawî bibe. Daxwaza wan daxwaza me ye û em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya zarokên xwe.Bêdeng nemînin,ew  ji bo daxwaza aşitiyê li berxwe didin.”    ‘Nebin şirîk û hevkarên zilimkaran deng bidin berxwedanê’   Sarya Atîma jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku ew bi tu awayî ji kurê  xwe yê di greva birçîbûnê de agahî nagire û wiha dom kir;” Kurê min ev 30 roj in di greva biçîbûnê de ye. Dest bi çalakiyê kiriye heta niha ez tu agahiyan jê nastînim. Ez dixwazim ku ev tecrîta ser gelê kurd û ser ciwaka kurd bi dawî bibe. Ev tecrîte li hemberî nirxên civakî êrîşeke navnetewî ye. Şikandina tecrîtê rizgarkirina aşitî, azadî û wekhêviyê ye. Li zindanan  zarokên me bedenên xwe kirine mertal û li dijî vê zilmê berxwe didin. Nebin û hevkarên zilimkaran deng bidin berxwedanê. Îşkence ser zarokên me heye sirgûn dikin û em nikarin biçin serdanên wan. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de dimîne em ê bi zarokên xwe re berxwe bidin û li dijî zilmê serê xwe netewînîn.”    ‘Wiha berdewam bike em jî mîna dayikên girtiyên sîyasî dê bikevin greva birçîbûnê’   Herî dawî dayika girtiyê greva birçîbûnê de Hanîfe Kacak bertek nîşanî gav neavêtina hikûmetê da û wiha pê de çû;”Kurê min di girtîgeha Amedê de ye. Kurê min ev 15 roj in di greva birçîbûnê de ye. Mirovên ku dibêjin wîjdanê me heye, divê li dijî van çalakiyan bêdeng nemîne. Divê xwedî li vê vîna berxwedêr derbikevin. Rewşa wan ne baş e û roj bi roj laşê wan de nexweşî kom dibin. Wiha berdewam bike em jî mîna dayikên girtiyên sîyasî dê bikevin greva birçîbûnê. Em naxwazin girtîgehan de mirin çê bibe. Ji bo mirin çê nebin divê herkes berpirsyariya xwe ya mirovahiyê pêk bîne û bibe deng. Ez bang li hemû mirovên demokratîk û bi wîjdan dikim ku, vê daxwazê bidin bihîstin. Daxwaza wan bi lez bînin cih. Ji her mirinekê hikûmet berpirsyar e.”