Li Şirnexê û navçeyên wê Komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin 2019-03-16 12:44:23   ŞIRNEX - Li Şirnexê û navçeyên wê Komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin.   Ji bo komkujiya Helebçeyê ya ku di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat li Şirnexê û navçeyên wê daxuyanî hat dayin. Li Şirnex, Hezex, Cizîr, Silopiyayê daxuyanî hat dayin û peyam hat dayin ku dê komkujiya Helebçeyê neyê jibîrkirin.    Li avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyaniya ji bo 31'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê hat dayin. Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirig û Rêveberên HDP'ê beşdarî û gel beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Selahattin Kolanç hat xwendin. Selahattin diyar kir ku ew ê komkujiya Helebçeyê tu carî neyê jibîrkirin û ew ê nedin jibîrkirin.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    'Diktator her roj dibin sedema Helebçeyên nû'   Li avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daxuyaniya ji bo 31'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê hat dayin. Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Silopiyayê Adalet Fidani Suleyman Şavluk û Rêveberên Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Fatma Gunduz hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di her kêliyên dîrokê de diktatoran li dijî gelên têkoşîna azadiyê dane komkujî pêk anîne. Gelê Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê de bi gelek komkujiyan rû bi rû mane. 28 sal berê li Halebçeyê komkujiyek mezin li dijî kurdan hat kirin. Dê gelên ku têkoşîna azadiyê didin bi ser bikevin."   Daxuyanî bi temaşekirina sinevizyona derbarê komkujiyê de bi dawî bû.    Her wiha bi daxuyaniya ku li navenda Şirnexê û li Hezexê hat dayin de jî komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin û banga têkoşîna hevpar a li dijî kuştinan hat dayin.