Xwendekarên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2019-03-16 12:00:58   STENBOL - 33 kesên  ku xwestin komkujiyen Helepçe û Beyazitê bi bîr bînin hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.   Do li ber Fakulteya Dermanfroşiyê ya Stenbolê ya li Beyazitê, xwendekaran xwestin komkujiya Beyazitê ya di 16'ê Adara 1978'an de di encama teqandina bombeyê de 7 xwendekarî jiyana xwe ji dest dabû û komkujiya Helepçeyê ya di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat bi bîr bînin. Polîsan êrîşî daxuyaniya li ber Fakulteya Dermanfiroşiyê kiribûn û 33 kes kiribûn bin çavan.    33 kesên ku hatin binçavkirin piştî îfadeya wan a li Muduriyeta Emniyetê ya li Stenbolê serbest hatin berdan.