Li Sertê bi çekan êrîşî buroya HDP'ê hat kirin 2019-03-16 11:56:02   SÊRT - Li Sertê bi çekan êrîşî buroya HDP'ê hat kirin.   Di saetên şevê de êrîşa çekdarî li buroya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Kolana Gursela Sêrtê hat kirin. Li gor gotinên şahidan kesên ku kîsikên spî xistibûn serê xwe bi motosikletê êrîşa çekdarî pêk anîn.    Hat diyarkirin ku tevî ku gelek kamera li kolanê hene, kesên êrîşa çekdarî pêk anîn nehatin tespîtkirin.