Li Erdîşê komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin 2019-03-16 11:39:49   WAN - Li Erdîşê komkujiya Helepçeyê hat şermezar kirin.    Di serdema şerê Îran-Iraqê de Seddam Huseyin di sala 1986-1988'an de bi kimyasalê êrîşê Bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama êrîşa kimyasalê de bi hezaran jin,zarok û ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Erdîşê bi tevlîbûna Parlementerê HDP`ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Hevseroka HDP`ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, namzetên hevşaredariya Erdîşê û bi tevlîbûna gelek welatiyan li avahiya HDP`ê ya navçeyê bi daxuyaniyekê komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin.    Di destpêkê de sînevîzyona komkujiya Helepçeyê hat temaşekirin. Parlementerê HDP`ê yê Stenbolê Ahmet Şik axivî.Ahmet di destpêka axaftina xwe de kesên ku di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got;“ Bi salane li ser vê erdnîgariyê komkujî pêk tên. Lê em bi bawer in ku ew hişmendiya kujer wê têk biçe em ê ser bikevin. Bi salane em li dijî vê hişmendiyê berxwe didin û ji vê demê şûnde jî wê têkoşîna me bidome.”   'Bi komkujiyan Gelê Kurd xilas nebûn û ew ê xilas nebin'   Pişt re Hevseroka HDP`ê ya Wanê Yadîşen Karabulak axivî. Yadîşenê jî destnîşanî komkujiya Helepçê kir û wiha got:“ Ez serî de kesên ku di komkujiya Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Komkujiya Helepçeyê di dîroka kurdan de ne yeke. Bi komkujiya Geliyê Zîlan,Roboskî,Cîzre û Sûrê gelê kurd xelas nekirin û wê hêza neyaran têrê neke ku Gelê Kurd têk bibin. Ji xeynî komkujiyan tu tişt nedan kurdan her tim zilm kirin û êrîş kirin. Lê bila ev baş bê zanîn ku em ê berxwe bidin û têkoşîna xwe heta dawiyê bibin.”   Daxuyanî bi dirûşmên“Bijî berxwedana Leylayê” bi dawî bû