Komkujiya li Helepçeyê rûyê dijminatiya li dijî Gelê Kurd raxist ber çavan 2019-03-16 11:29:13   KOBANÊ - Komkujiya Helepçeyê dikeve sala xwe ya 31’an. Di 16'ê Adara 1988'an de bi biryara Sedam Husên, bi awayekî dijmirovahî kimyasal li ser xaka bajarê Helepçeyê de hate reşandin.  Di komkujiyê de li dora 6.357 kes jiyana xwe ji dest didin û li dora 14.765 kes jî birîndar dibin.   Li gorî nexşeya Kurdistanê bajarê Helepçeyê dikeve herêma behdînan, 80/km li rojhilatê Suleymaniyê, 15/km dikeve rojavayê Rojhilatê kurdistanê û 24/ km dikeve rojhilatê Paytexta Iraqê Bexdayê.  Di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana Serokê Iraqê Sedam Husên, bi balafirên şer kimyasal 3 saetan li ser gelê herêmê tê barandin. Piraniya xwe jin û zarok li dora  6.357 kes jiyana xwe ji dest didin û li dora 14.765 kes birîndar dibin û heta roja îro jî ji ber bandora kimyasalê gelek kes seqet man. Komkujiya li Helepçeyê rûyê dijminatiya li dijî Gelê Kurd raxist ber çavan. Di sala 2014'an de bi biryara hukumeta herêmê ya Bajarê Kurdistanê Helepçe weke navçe hate pejirandin. Li kêleka Helepçeya şehîd Helepçeyek nû ji bo niştecihên wê hate avakirin.    Jiyan li ser koka xwe bi wate ye   Dema mirov li kolanên Helepçeya birîndar digere di her pêngavekê de mirov rastî serpêhatiyek bi êştir tê, li kêleka Helepçeya Şehîd Helepçeya nû hatiye avakirin. Lê hêjmara zêde ya welatiyan li bajarê xwe yê kevnar dimîne. Di bajêr de 2 goristanên mezin ên Şehîdên Helepçeyê hene Ji xwe dema ku mirov li nava van kêlên bê nav digere û di wan goristanên mezin de jî 2 gorên komî yên mezin hene.Her çiqas şopên êşek mezin ên komkujiyê xuya bike jî, lê gelê vê herêmê car din bi hêvî û baweriyek mezin jiyan dijîn. Kesên bi xaka xwe ya girêdayî bin li ku û çawan dibe wê car din jiyanê li wan deveran bidin jiyîn. Çimkî jiyan li ser koka xwe bi wate ye.   Rastî nayên jibîrkirin   Gelê vê herêmê wê tu caran nikaribin bûyerên ku bi serê wan de hatî ji bîra bikin. Kesên ku komkujî li ser vê herêmê dabûn kirin her çendî derengî û ne bi destê gelê vê herêmê bin jî lê belê dîrokê hesabê komkujiya ku pêk anîn, ji wan pirsî. Amûrên ku di komkujiyê de hatine bi karanîn piraniya wan li ber derê mûzeya bajêr hatine komkirin û di dema komkujiyê de seyareya ku cenazeyên şehîdan pê kom kirine jî weke şahida bûyerê hatiye hiştin û li ber deriyê muzeyê hîna jî bi awayek baş tê parastin. Bavê ku dixwaze lawê xwe yê biçûk rizgar bike, li ber singa wî û peykerê wî li pêşiya muzeyê hatiye çêkirin. Ji xwe dema ku tu diçî vê deverê bûyerên li wir qewimîne bi her awayî li ber çavên te têne raxistin. Lê gelê vê herêmê bi van rastiyan vê dibê çi dibe bila bibe em ê li ser xaka welatê xwe bijîn û em ê rastiyên heyî ji bîra nekin. Helepçeya şehîd û Helepçeya nû li ser singa axakê bi hev re dijîn.