Ji 1500'î zêdetir malbatên çeteyên DAÎŞ' ê radestî YPJ/QSD' ê bûn 2019-03-16 11:11:44   DÊRA ZORÊ - Duh zêdetirî 1500 malbatên çeteyên DAÎŞ'ê xwe radestî hêzên YPJ/QSD'ê kirin. Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah têkildarî mijrê wiha got:"DAÎŞ nefesa xwe ya dawî êdî dikişîne."   Pêngava dawî ya Tunekirina Terorê êdî ber bi kêliyên dawî ve diçe û mizîgniya serkeftina dîrokê a rizgarkirina Baxozê dê were ragihandin.  Di heman demê de çeteyên DAÎŞ' ê ketine tengasiyê û demên xwe yên dawî dijîn.   Her wiha rojane bi hezaran malbatên çeteyên DAÎŞ'ê  radestî hêzên QSD'ê dibin. Duh 1500'î zêdetir malbatên çeteyan di nav de jin, zarok û birîdnar jî hene xwe radestî hêzên YPJ/QSD'ê kirin.    Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah jî derbarê xwe radestkirina çete û malbatên wan de wiha got:"Duh zêdetirî 1500 malbatên çeteyan xwe radestî hêzên YPJ/QSD'ê kirin. Çeteyan malbat wekî mertal bi kar dianîn. Çete li hember berxwedana şervanan êdî têk diçin û ji metirsiya xwe êdî bi rengekî hovane şer dikin lê şervanên YPJ/QSD' ê bersiv didin. Dê di demek nêz de dawî li çeteyan bê."